Komên Kurd li Parlamentoya Iraqê peyamek hevbeş belav kirin

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di peyama hevbeş a komên Kurd de wiha hate ragihandin; “Em ne bi navkirina Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya 2018’ê ya Iraqê de ku weke herêmek binav nake, red dikin. Weke parêzgeh nêzikatî li hemberî tê kirin. Ev jî dijî madeya 117 ya destûrê ye.”

 

Di berfirehiya peyamê de wiha hate gotin: “Em kêmkirina para Kurd ji sedî 17’ê red dikin. Li gor yasayê heya ku serjimariyek din neyê kirin, nikare destkarî li para Kurdan bê kirin. Parlamento li gor keyfa xwe destkarî li para Kurdan dike, em vê qebûl nakin. Divê mafê wan nebe bi serbixweyî ji navnetewî deyn bikin, bê ku vegera ji bo parlamentoyê. Divê di deynan de para Herêma Kurdistanê bê dayîn.

 

Ji bo pêşmergeyan ti bûdceyek nehatiye diyarkirin. Tenê mûçe jê re hatiye diyarkirin. Her wiha beşê deynê ji bo perwerdekirina leşkerî û çekdayînê nehatiye diyarkirin. Ev hatiye paşguhxistin. Rolê pêşmerge di şerê dijî DAIŞ’ê û parastina xaka Iraqê de hatiye paşguhxistin.”

 

Di dawiya peyamê de wiha jî hate gotin; “Helebce parêzgeha şehîd a Iraqê ye. Belê di bûdce de navê wê nehatiye diyarkirin. Para wê nehatiye diyarkirin. Ev şaştiyeke û nabe bê dubarekirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku ev yekem peyama hevbeş a komên Kurdan li ser projeyasaya bûdceya 2018’ê ya Iraqê ye. Di vê projeyasayê de para Kurdan ji sedê 17’ê ji bo sedê 12.67 hatiye kêmkirin. Her wiha weke Herêma Kurdistanê jî nehatiye binavkirin, tenê weke herêma bakûrê Iraqê hatiye binavkirin.

 

(rn)