‘Kurd û Sunnî ji pêşniyarqanûna bûdçeya 2018’an nerazî ne’

38

 

 

ROZA MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Îro rûniştina Parlamentoya Iraqê hebû û guftûgo li ser pêşniyarqanûna bûdçeya sala 2018’an a Iraqê hat kirin.

 

Parlamenterê Goran li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder ragihand ku di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de behsa pêşniyarqanûna bûdçeyê hate kirin, Kurd û Sunnî û heta beşek ji Şîeyan jî ji vê pêşniyarqanûnê nerazî ne.

 

 

Heyder di berdewama axaftina xwe de got: “Hemahengiyek di navbera me Kurdan û Sunniyan de heye û heya vê kêliyê jî em xwedî yek helwestê ne. Em ji pêşniyarqanûna bûdçeyê nerazî ne ku ji sedî 17 daxistine sedî 12, 67. Sunnî jî ji bûdçeyê nerazî ne ji ber bûdçe ji bo avadankirinê cuda nekirine û her wiha rewşa herêmên ku di encama şerê DAIŞ’ê de wêran bûne jî li ber çav negirtine.

 

Parlamenter Mesûd Heyder di dirêjiya axaftina xwe de îşaret bi wê jî kir ku wan weke komên Kurd hemû nerazîbûnên xwe anîne ziman û wiha pêde çû: “Di rûniştina îro de biryar hate dayîn ku komîsyona darayî van nêrînan di ber çavan re derbas bike, li gel hikûmetê lihevkirinekê pêk bîne, ji bo her xaleke derketibe derveyî qanûnê çareser bike.

 

Hikûmeta Navendî di bûdçeya îsal a ji bo sala 2018’an de para Herêma Kurdistanê ji sedî 17 daxistiye sedî 12,67. Ev pêşniyarqanûn jî ji aliyê Desteya Wezîran a Iraqê ve hatiye pesendkirin û ji bo erêkirinê jî pêşkêşî Parlamentoya Iraqê hatiye kirin. Niha li Parlamentoya Iraqê nîqaş li ser hene û di dawiya nîqaşan de jî wê bixin dengdanê. Hîn ji niha ve Kurd, Sunnî û beşek ji Şîeyan jî ji vê pêşniyarqanûnê nerazî ne.

 

(rn)