Li Elmanyê meşa li dijî faşîzmê

39

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, kongreya partiya nîjadperest AfD ji aliyê zêdeyî 10 hezar kesî ve hat şermezarkirin. Dijberên şer, bi banga Însiyatîfa Antî-faşîst li cihekî nêzî Navenda Kongreyê ya Hannoverê li hev civiyan ku kongre lê dihate lidarxistin. Girseya gel polîtîkayên AfD'ê şermezar kir û li dijî faşîzmê bal kişand ser edaleta civakî û sosyalîzmê.

 

Tevî Hannoverê ji bajarên Hambûrg, Bremen, Salzgîtter, Celle û Hîldesheîmê jî mirov tevlî meşê bûn.

 

Qedexeya li ser PKK'ê hat şermezarkirin

 

Kurdistanî jî bi banga NAV-DEM'ê tevlî meşê bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Erdogan kujer e", "Terorîst Tirkiye", "Bijî piştgiriya navneteweyî", "NA ji qedexeya li ser PKK'ê re" qîriyan û posterên Ocalan û alên YPG'ê hildan.

 

Di dema çalakiyê de belavok NAV-DEM'ê hat xwendin. Di belavokê de bal hate kişandin ser zordariya dewleta Elman û qedexeya li ser al û sembolên Kurdan hate şermezarkirin.