Li Hewlêrê di nava 11 mehan 19 nexweşên AIDS’ê hatin tesbîtkirin

22

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

 

Rêberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Saman Berzencî îro di civîna çepemeniyê de hejmara kesên bi nexweşiya AIDS'ê ketine eşkere kir.

 

Dr. Saman Berzencî ragihand ku di nava 11 mehan de 228 hezar û 267 kes hatine kontrolkirin û ji van 19 nexweşên AIDS'ê hatine tesbîtkirin û got ku ew kes niha têne tedawîkirin.

 

Dr. Saman Berzencî wiha got; "Ji van 19 kesan 2 kes Iraqî ne û 17 kesên din jî biyanî ne. Ji ber vê yekê kesên biyanî ji bo welatiyên wan hatine şandin. Yên salên bihurî bi vê nexweşiyê ketine heya niha li beşa parastinê ne, her mehê tên kontrolkirin û di bin çavdêriyê de ne.

 

Dr. Saman Berzencî herî dawî wiha got; "Me îro li cihên giştî dest bi kampanyaya kontrola bepere kir. Em daxwazê ji welatiyan dikin ku alîkariya me bikin û pîvanên tenduristiyê bi cih bînin."

 

(ab/rn)