Li Kerkûkê semînera têkildarî mafê jinan

35

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

 

Li Mala Rewşenbîrî ya Kerkûkê îro têkildarî mafê jinan û bendên qanûnî yên girêdayî mafên jinan semînerek hate lidarxistin. Semîner ji aliyê Mala Rewşenbîrî ve hate organîzekirin û ji aliyê Hiqûqnas Sirud Mihemed ve hate dayîn.

 

Berpirsê Mala Rewşenbîrî Yusif Teyib têkildarî semînerê ji ajansa me re wiha got; "Pêşketin û paşdemayîna her civakekê bi mafê jinan ve eleqedar e. Eger em dixwazin asta pêşketin û paşdemayîna her civakekê bizanin, divê em di nava wê civakê de mafê jinan çiqas hatiye dayîn û di çi astê de ye zanibin. Li Iraqê çend sal in hinek rêxistinên olî û mezhebî dixwazin hinek qanûnên nîjadperest û li dijî mafê jinan derxin. Bi vê yekê dixwazin bi rêya guhertina qanûna şexsî Iraqê bikin. Lê bi dilxweşî bi hewdan û bertekên hemû partî û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî pêşî li vê hewldana wan hatiye girtin û niha derxistina wê qanûnê hatiye rawestandin."

 

 

Yusif Teyib herî dawî got; "Ji bo vê yekê me pêwîst dît ku li ser mafên jinan semînerekê li Mala Rewşenbîrî ya Kerkûkê saz bikin. Ji bo em balê bikişînin ser bendên qanûnî yên têkildarî mafê jinan û destûra ku têde behsa mafê jinan dike."

 

 

(ab/rn)