Li Qeretepe 2 cenaze hatin dîtin

26

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Li bajaroka Qerepete ya Xaneqînê ya girêdayî Parêzgeha Diyala îro danê sibehê 2 cenaze hatin dîtin. Hat diyarkirin kirin ku li ser wan cilên Kurdî hene.

 

Berpirsê Komîsteya YNK'ê ya Qeretepe Mihemed Hacî Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Kurdên li gundê Narîn ê Qerepete li nêzî gundê xwe du cenaze dîtin. Destê her du kesan pişte ve hatine girêdan. Polîsên Qeretepe çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. Her du kes bi guleya çekê hatine kuştin."

 

Berpirsê Komîteya YNK'ê ya Qeretepe Mihemed Hacî Omer diyar kir ku nasnameya wan nediyar e û got ku cilên Kurdî li ber wan e.

 

(ab/rn)