Li Raperîn kesek hate kuştin

29

 

 

ELÎ QADIR /  SORAN

 

 

Li navçeyên Ranya û Qeladizê du bûyerên bi çekan rû dan. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû.

 

Berdevkê Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl têkildarî bûyeran ji ajansa me re wiha got; "Li navçeya Qeladizê şevê din dema ku tîmeke polîsan li ser erka xwe bûn, ji wesayîteke li ber goristana Raperîn rawestiyabû û jê guman dikin. Dema diçin nasnameyê ji ajokarê wê wesayîtê pirs dikin polîs tên gulebarankirin.  Di encama gulebaranê de polîsê bi navê (P.I.) birîndar dibe."

 

Şoreş diyar kir ku du gule li piyê polîs ketine û wiha got; "Ji ber ku birîna wî giran bû piştî ku gihandin beşa lezgîn a nexweşxaneya  Qeladizê, ew rakirin Nexweşxaneya Silêmaniyê. Kesê gule li polîsan barandiye hate girtin. Lêkolîna der barê bûyerê de berdewam e.

 

Berdevkê Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl têkildarî bûyera duyem de ji wiha axivî; "Şevê din saet 01.00'ê li parkeke Ranya du kesên bi qumarê dilîstin ku devjeniyê dikin, welatiyê bi navê (I.Ş) bi demanceyê guleyan berdide welatiyê bi navê (I.E.H) yê temenê wî 39 salî û xelkê Koyê.  (I.E.H) birîndar dibe û bi birîndarî dibin nexweşxaneyê, ji ber ku birîna wî giran bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."

 

Berdevkê Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl herî dawî got; "Tawanbar (I.Ş) niştecihê Koyê ye û ji şevê din ve reviyaye. Ber bi cihekî nediyar ve çûye. Lê sê kesên li cihê bûyerê hatin binçavkirin. Lêkolîna li ser bûyerê berdewam e."

 

(ab/rn)