Li Şengalê her diçe xebatên çand û hunerê berfireh dibin

27

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Der barê kar û xebatên Komîteya Çand û Hunerê de, endamê komîtê Hiso Birahîm wiha axivî; “Li navenda me komên govend, şano û sitranan hene. Komên me piranî navên xwe ji şehîdên Êzidxanê yên di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne digire. Koma Şehîd Bêrîvan, Koma Tîrêjên Êzidxanê, Koma Şehîd Amed, Koma Çiyayê Şengalê ku ya zarokane, Şehîd Sûfiyan, Şehîd Nazê, Şehîd Şengal, Koma Şehîd Nûjiyan, Koma Fermanê, Koma Heval û Koma Êzda ew jî ya jinê ye.”

 

 

Hiso Birahîm wiha jî got; “Di nava van koman de wê Koma Çiyayê Şengalê di 23’ê Kanûnê de tevlî festîvala mûzikî ya li Rojava bibe. Dîsan Koma Şehîd Şengal ya zarokan di Tebaxê de tevlî Mîhrîcana Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bû.”

 

Her wiha Hiso Birahîm got; “Komîteya me 30 dewreyên perwerdeyê pêk anî. Dewreya perwerdê ya herî dawî li Borîk bû. Vê dewrê mehekê dewam kir. 15 kes tevlî bibûn.”

 

Mamostayê pwerwerdê û endamê Komîteya Çand û Hunerê Hemo Şengalî jî li ser xebatên komîteya xwe wiha got; “Her çendî derfetên me kêm bin jî, lê dewreya me bi serkeftî derbas bû. Me bi moralek pir xurt ciwanên Şengalê perwerde kir. Bi rastî çanda Êzidî jî pir kevnare. Lê nehatiye perwerdekirin. Em çiqas perwerde bibin, emê ew çend bibin Êzidî. Di nava şagirtên me de wê gelek ji wan di nava hunerê de pêşengiyê ji civaka Êzidî re bikin.”

 

 

Her wiha Merwan Malo ku bi serkeftin dewreya xwe ya perwerdê bi dawî kir, hestên xwe wiha anîn ziman; “Em ji bo alikariya tevgera azadî spasî dikin. Ez pir keyfxweşim. Ez amademe ku tiştên ez fêr bûme, fêrî ciwanên din bikim.”

 

 

Di dawiyê de Komîteya Çand û Hunerê tembûrek diyarî da Merwan Malo ku di rêza yekem de dewreya xwe ya perwerdê bi dawî kir.

 

 

(rn)