Parlamenterên Başûrê Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Rojava re rûniştin

31

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şandeya çavdêrên hilbijartinan piştî ku civîna xwe ya çapemeniyê li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi dawî kirin, şandeya Bakurê Kurdistanê bi rêya deriyê Sêmalka di Başûrê Kurdistanê re vegeriya Bakurê Kurdistanê. Lê şandeya Başûrê Kurdistanê û ronakbîrê Iraqî Elî El-Xewar berê xwe dan bajarê Qamişlo û hevdîtinên xwe bi aliyên siyasî yên Kurdî li Rojava re pêk anîn.

 

Şandeyê hevdîtinên xwe bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk re pêk anîn.

 

Di serdana Encûmena Niştimanî û Partiya Pêşverû de şandeyê sedema nebeşdarbûna wan di hilbijartinên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de pirsî, her wiha di navbera her du aliyan de rewşa siyasî û nakokiyên di navbera van her du aliyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de hatin nîqaşkirin.

 

Şandeyê di serdana xwe de piştrast kir ku Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Rojava û tecrûbeya rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ev çend sal in tê meşandin dike û diyar kir ku divê hemû alî beşdarî sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bibin.

 

Li Buroya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê şandeya parlamantoyê bi rayedarên Hevbendiyê re civiyan û serkeftina qonaxa duyemîn a hilbijartinên federaliyê li wan pîroz kir.

 

Her du aliyan rewşên siyasî û têliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdî yên Rojava de nîqaş kirin. Şandeyê daxwaza xwe ku Hevbendî bi rola navbênkar rabe anî ziman da ku helwest û nêrînên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji hevûdu nêzîk bike.,

 

Rêveberê Hevbendiyê Salih Gedo ji aliyê xwe ve amadebûna xwe ji bo bi rola navbênkariyê rabe anî ziman, lê got ku “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li aliyê dijberên doza Kurdî û mafên gelê Kurd li Rojava ye û evan siyasetên Encûmenê tenê dikevin xizmeta dijminên Kurdan.”

Şande di dawiyê de serdana Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Qamişlo kir û ji aliyê serokê Partiyê Şahoz Hesen û rayedarên Partiyê ve hate pêşwazîkirin.

 

Şandeyê serkeftina hilbijartinên federaliyê li rayedaran pîroz kir û destnîşan kirin ku ev rê ber bi peydakirina çareseriya aloziya Sûriyeyê bi giştî ye.

 

Her du aliyan rewşa siyasî ya dawî li herêmê gotûbêj kirin û rola Kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di rêveberiya qonaxa çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê de bi rêya îlankirina sîstema federaliyê piştrastkirin ku mînaka herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

 

Endamên şandeya çavdêran her wiha diyar kirin ku ew ji tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pir kêfxweş in ji ber ku bi ser ketiye û sîstema federaliya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ava kiriye, her wiha gelekî pesna rola jinan di vê sîstemê de kirin.

 

Di dawiya serdanê de şandeya herêma Başûrê Kurdistanê alîkarî û piştgiriya parlamentoyê bi Rojava re dubare kirin û dane zanîn ku ew amade ne alîkariya xwe bi Rêveberiya Xweser û sîstema federal re bikin.