Rêveberiya Goran û Yekgirtû: Dewleta Tirk xaka herêmê binpê dike

37

 

 

HAWKAR MISTEFA / SEYÎDSADIQ

 

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk bi salane xaka Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike û ji ber vê sedemê jî heya niha bi dehan welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha xwezaya Kurdistanê, mal û milkên welatiyên Başûrê Kurdistanê jî ji ber bomberdûman wêran bûne.

 

Ev demeke artêşa Tirk bomberdûmanên xwe zêdetir kirine û ev du care bi hevkariya dewleta Îranê re çiyayê Asosê yê dikeve ser parêzgeha Silêmanî bomberdûman dike û zerereke zêde daye herêmê.

 

Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Kiwêstan Mihemed diyar kir ku welatên cîran bi taybet jî dewleta Tirk her diçe destdirêjiya xwe zêdetir dike, bomberdûmanên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê zêdetir dike û got, “Berî niha ku binarê Qendîl bomberdûman dikir, niha jî bi awayekî pir azad e li gundan û herî dawî jî li çiyayê Asosê da, zerarên madî û manewî çêbûne.”

 

Kiwêstan Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk bi awayekî eşkere dest bi binpêkirina serweriya welatekî dike û Iraq jî nekariye sînorên xwe biparêze, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nekariye di çarçoveya qanûnên navdewletî de helwest raber bike.”

 

 

Kiwêstan Mihemed wiha pêde çû: “Erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye zextan li dewleta Tirk bike da ku baregehên xwe yên leşkerî û sîxûrî ji herêmê derxe. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê mijarê de bêdengî hilbijartiye. Ji lewma divê careke din pêwendiyên herêma Kurdistanê û welatên herêmê li ser esasê berjewendiyên neteweyî were rûniştandin. Ji ber ku heya ev baregeh û navendên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bimînin, wê bi serbestî bomberdûmanan bikin û destdirêjiya xwe jî berdewam bikin.”

 

Der barê bomberdûmanên dewleta Tirk de, endama Meclîsa Bilind a Şêwirmendiyê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Sebriye Xefar jî nerazîbûn nîşanî bomberdûmanan kir û got: “Bêguman di van bomberdûmanên welatên cîran li ser herêma Kurdistanê zerar û ziyana yekemîn xelkê hejar ê niştecihên deverên gundewar in dibînin.”

 

 

Sebriye Xefar bi berdewamî wiha got: “Ew bomberdûmanên ku niha dewleta Tirkiye dest pê kiriye rewşa ku piştî referandûmê li Herêma Kurdistanê pêk hatiye weke firsendekê dîtiye û li gorî berê niha zêdetir xaka Herêma Kurdistanê binpê dike. Lewma divê dewleta Tirk vê nêzîkatiya xwe di ber çavan re derbas bike, herî kêm rêz bide qanûnên navdewletî ya ji bo destdirêjî li xaka welatên cîran nekin.”

 

Sebriye Xefar di berdewama axaftina xwe de got: “Bi salan e Herêma Kurdistanê bûye qûrbanê pirsgirêkên herêmî û navdewletî. Gelê Kurd timî ne bûye gelekî şerxwaz bû û hewl daye bi rêya guftûgoyan û ji hev fêmkirinê pirsgirêkên xwe yên bi aliyan re çareser bike. Ji ber vê erka Hikûmeta Herême ye ku li gel welatên cîran çareseriyekê pêş bixe ku êdî welatiyên li herêmên gundewar nebin qûrbanê bomberdûmanan.”

 

(rn)