Sala 40. a PKK’ê li Fransa û Qibrisê hat pîrozkirin

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Pîrozbahiyên ji bo salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Kurdistaniyan li bajarê Colmar ê Fransayê û bajarê Lîmasol ê Qibrisê berxwedana PKK'ê silav kirin.

 

Colmar

 

Sala 40. a PKK'ê li bajarê Colmar ê Fransayê bi çalakiyeke girseyî hat pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê axaftin hatin kirin.

 

Qisekeran dan xuyakirin ku gelê Kurd bi têkoşîna PKK'ê roj bi roj nêzî azadiyê dibe û destnîşan kirin ku Rojhilata Navîn wê bi saya felsefeya PKK'ê rizgar bibe.

 

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û bal hate kişandin ser girîngiya çalakiyên li dijî tecrîdê.

 

Her wiha ji bo meşa "Ji Mereşê heta Roboskî" ya 16'ê Kanûnê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.

 

Hozan Zozan, Alî Baran, Zarîfe, Ahmet Denîz û koma govendê ya Mulhoûse ya ji jinên ciwan derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan.

 

Lîmasol

 

Sala 40. a PKK'ê ji aliyê Kurdên li Qibrisê ve jî hat pîrozkirin.

 

Bi dehan Kurdên li bajarê Lîmasolê li hev civiyan, li salona Andreas Sporê şahiyek li dar xistin. Salona pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'e hat xemilandin û pankarta bi nivîsa "Sala 40. a PKK'ê bi ruhê Delal Amed pîroz be" hat daliqandin.

 

Di şahiyê de sînevîzyonek li ser damezrandina PKK'ê hat nîşandan.

 

Beşdaran dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya û hunermendên Kurd Dilovan û Saziya Çanda Kurd hunera xwe pêşkêş kirin.