Serokê Fransayê: Em li gel yekîtiya xaka Iraqê ne

35

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Fransayê Emmanuel Macron şevê din bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çêkiriye. L gorî daxuyaniyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron careke din ragihandiye ku ew li gel yekparçebûn û yekîtiya xaka Iraqê ne.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Serokê Fransayê diyar kir ku helwesta welatê wî neguheriye û tekezî li yekîtî û silametiya axa Iraqê kir. Piştgirya xwe ya ji bo hikûmeta Iraqê desthilatdariya xwe bi ser tevayî axa Iraqê de deyne aniye ziman."

 

Li gorî daxuniyê, Ebadî jî, ji bo avakirin, pêwîstiyên qonaxa serkeftinê û rizgarkirinê, li gel astengiyên darayî û aborî tekezî li ser girîngiya yekxistina hemû hewldanan kiriye.

 

Her wiha li gorî daxuyaniyê, her du serokan bal kişandine ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê û girêdana bi destûr û yekîtiya xaka Iraqê re.

 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh bi şandeya Herêma Kurdistanê ya ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serokatiya wê dikir re civiya û piştî civînê daxuyanî dan.

 

Şandeya Herêma Kurdistanê roja Înê bi ser Tirkiyeyê re çû Fransa.

 

(ab/rn)