Seyarfiroş ji nêzîkatiyên şaredariyê bi gilî û gazinc in

40

 

 

ROZA MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Welatiyên ku derfetên wan ên vekirina dikanan û cihên mezin ên bazirganiyê nîne bi awayekî seyar hewl didin li nava bazarê de cihekî ji xwe re bibînin û ji bo debara jiyana xwe eşyayan bifiroşin. Lê, ji ber zabitayan û peywirdarên şaredariya Silêmaniyê nikarin dezgehekê ji xwe re deynin neçarin ku tiştan li ser destê xwe bifiroşin û ji sibehê heya saetên dereng bixebitin. Seyarfiroş dibêjin, zabita zext li wan dikin, nahêlin li cihên qelebalix tiştan bifiroşin, dest datînin ser tiştên wan û pereyên wan jî ji wan digirin.

 

Ji meha çar ya îsalê ve şaredarî bi koordîneya Qaymeqam û Alîkarê Waliyê Silemaniyê xwestin nîzameke nû di nava bazarê de saz bikin û nehêlin kesên seyarfiroş li cihên qelebalix ên bazarê de bimînin. Ev hewldan jî bûye sedem ku rewşa aborî ya seyarfiroşan zehmet bibe.

 

 

Zarokê bi navê Helkewt Wahîd ê seyarfiroşiyê dike li gel sindoqa xwe ya tiştan li ser piyan sekiniye û rojane 6 saetan di nava bazarê de dixebite. Ji biryarên şaredariyê nerazî ye û dibêje, em ji ber wan nikarin tiştên xwe yên firotinê deynin erdê divê her em di destê xwe de bigirin. Helkewt Wahîd, eger kesek were tiştekî ji min bikire û destê min girtî be ez ê çawa bikarim bixebitim?

 

 

Zarokê bi navê Helkewt Wahîd bi berdewamî wiha diaxive, “Şaredarî destûrê dide ku em saet çaran tiştên xwe deynin ser erdê” û wiha pêde diçê: “Lê zivistanan saet 4 dibe şev û tarî dikeve erdê. Ji lewma ti feydeyeke wê nîne ji bo me.”

 

Wahîd ji şaredariya Silêmaniyê daxwaz dike ku destûrê bidin ku tenê carinan ji bo bêhndanê bikarin tiştên xwe deynin erdê û dibêje; “Şaredarî hinek cih ji me re diyar kiriye ku cihên mirîne, ti kes serdana wan deran nake û cihê bazirganî û bazarê nîne.”

 

 

Ciwanê bi navê Mihemed Sabir ku ev seyarfiroş e, ji nêzîkatiyên peywirdarên şaredariyê nerazî ye û dibêje; “Şaredarî bi ti awayekî destûrê nade em kar bikin û tiştên xwe deynin erdê. Yekser tên ji bo me dibêjin ku ew ê rakin. Lê, cara duyemîn tên tiştên me dibin û em neçarin ku 25 hezarê Iraqî bidin wan da ku tiştên xwe bigirin ku jixwe em rojane nikarin evqas pere bi dest bixin.”

 

Hacî Salih Mihemedê 70’ê salî jî yek ji wan kesên ku li nava bazara Silêmanî seyarfiroşiyê dike bi firotina çend parçe lûfik û xewliyan hewl dide debara jiyana xwe bike jî bi heman awayî nerazîbûn nîşanî helwest û nêzîkatiya şaredariyê ya li hember wan da û got; “Li dewsa ku şaredarî bi min re bibe alîkar, berevajiyê wê bi ferzkirina hinek qanûn re zehmetiyan ji bo me tevan çêdikin. Karê me çiqas zehmet e ew çend jî ew zehmettir dikin.”

 

 

Hacî Salihê temenê wî 70 salî bi berdewamî wiha got: “Carekê dest danîn ser tiştên min û dema ez çûm ji bo bigirim daxwaza bacê ji min kirin. Baca ku dixwestin jî 25 hezar dînarê Iraqî bû. Lê, jixwe ewqas pere li gel min tine bû ku ez bidim wan. Min niha pişta xwe daye xwe, nedaye şaredariyê.”

 

 

Me nêrîna berpirsê beşa xizmetgûzarî li Şaredariya Silêmaniyê Rizgar Ehmed  der barê van nerazîbûnên seyarfiroşan de jî girt û dibêje ku seyarfiroş dîmenê bajar nexweş didin nîşandan. Rizgar Ehmed berevajiyê gilî û gazincên welatiyan dibêje, ku wan cihek mezin ji wan re cuda kirine lê, seyarfiroş biryarên şaredariyê li ber çavan nagirin.

 

 

Rizgar Ehmed bi berdewamî wiha bersiva rexneyan dide: “Me destpêka meha çar a îsal li gel şaredarî, qaymeqam û alîkarê waliyê Silêmanî komîsyonek hevbeş ava kir ji bo nîzamxistina nava bazar. Ji bo seyarfiroşa malê giştî ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar neynin ango rêya xelkê negirin, me pêwîstî bi xebateke wisa dît. Seyarfiroş dîmenê bajar xirap û nexweş didin nîşandan. Ji ber li ser vê rêya giştî ya nava bazar disekinin astengî ji çûyîn hatina welatiyan û şofêran re çêdikin. Ji lewma jî me ji wan re cih cuda kiriye. Hemû cih jî nêzî navenda bazirganiyê ne. Lê mixabin seyarfiroş naçin wan cihan.”

 

 

 

 

 

 

 

(rn)