Şoreş: Li gorî qanûnan PDK û YNK nikarin beşdarî hilbijartinê bibin

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsek têkildarî qanûnên rê nadin aliyên xwedî hêzên çekdar beşdarî hilbijartinê bibin, belav kir.

 

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî wiha tîne ziman; "Li gorî qanûnên Iraqê û Herêma Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) mafê wan nîne weke partiyeke siyasî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê bibin. Li gorî xala 15. a qanûna (Partiyên Herêma Kurdistanê) ya hejmara 17 a sala 1993'an ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û xala 8 û xala 32 ya qanûna 'Alahzab Alsiyasiye' ya hejmara 32 ya sal 2015'an a Parlamentoya Iraqê PDK û YNK nexwedî sifatên partiyên siyasî ne, ji ber ku her du partî xwedî hêzên leşkerî yên taybet in."

 

Nivîsa Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî wiha didome; "Eşkere ye ku hêzên 80 û hêzên zêrevanî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne û hêzên 70 û hêzên bergirî û lezgîn ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK). Eger ev hêz nebin hêzeke niştimanî û rewa yên ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê, nabe rê bê dayîn beşdarî hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bibin. Erka serdozger û dadwerên Herêma Kurdistanê û Bexdayê ne li gorî qanûnê rê li pêşiya PDK û YNK'ê bigirin, beşdarî hilbijartinên giştî nebin. Eger wiha bikin, dikarin bi vê rê, serweriyek mezin ji bo xwe tomar bikin."

 

Li Iraqê demeke guftûgo li ser vê yekê tê kirin ku rê neyê dayîn aliyên xwedî hêzên çekdarî beşdarî hilbijartinên giştî bibin.

 

Wê li Iraqê di meha Gulana 2018'an de hilbijartin pêk werin.

 

(ab/rn)