Tevgera Azadî hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir

24

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pîroz kir.

 

Di daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de wiha tê gotin; "Şanaziyek mezin e ji bo gelekî, tevî hemû êrîş û dijberiyan, gefên dagirkeriyê û terorîstan ên ji her çar aliyan ve tên ser, gavên serfiraziyê ji bo damezirandina sîstema xwerêberiya demokratîk diavêje. Di demeke ku ev projeya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi pêşengiya şoreşa azadîxwaz a gelê Kurd û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk tê, bi taybet ev hilbijartinên di vê demê de ye, ji bo gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û hem ji bo gelên Bakurê Sûriyeyê, Ereb, Aşûr, Ermenî, Çerkez û tevahiya ol û baweriyan ku hemû beşdar bûn, projeyeke diyarkirina çarenûs û îradeya xwe ye."

 

Di berdewama daxuyaniyê de ev xisûs tên destnîşankirin; "Di demeke ku Rojhilata Navîn di nava şer, alozî û krîzên dijwar de ye, pêkhateyên neteweyî, mezhebî û etnîkî, ji ber berjewendiyên hêzên kevneperest û berjewendîxwaz herêmê ber bi şer û wêrankariyek mezin ve birine. Li hemberî vê yekê xwerêveberiya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û sîstema Federal a Bakurê Sûriyeyê ku li ser bingeha pêkve jiyana gelan hatiye damezirandin, hemû pêkhateyên neteweyî û baweriyan weke dewlemendiya pirrengî ya civakî dibîne, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Îro ev gav bû gaveke gelek girîng ji bo pêçandina hemû birînên di dîrokê de."

 

Di dawiya daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de wiha tê gotin; "Weke gelê Başûrê Kurdistanê û hemû pêkhate pêwîst e van derfetên dîrokî û van ezmûnan baş bixwînin. Bînin beramberî ezmûnên desthilatdariya 26 salî ya li Başûrê Kurdistanê şikestîne. Ku gendelî, talanî, bêedelatî, nedemokratîkbûn heye û civak ji parçe kiriye. Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê em dibêjin, werin em bi hev re vê serkeftinê û pêşengiyê bigirin. Bila gelê Başûrê Kurdistanê beşdarî vê têkoşîn û sîstema neteweyî û demokratîk a ku têde gel îradeya xwe bingeh digire bibin. Pêşeroja gel ronî bikin. "

 

(ab/rn)