Xwezaya gundê Hawar — BI WÊNE-DÎMEN

37

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Niştecihên gundê Hawar Kakeyî ne. Gund di aliyê cografîk de nêzî 20 kîlometreyan ji aliyê bakur rojhilatê  dûrî Helebce ye. Di warê îdarî de girêdayî bajaroka Biyare ye. Gundê Hawar ji aliyê bakur cîranê gundê Palanyan, ji aliyê başûr cîranê gundê Hewarekon, ji rojhilat ve gundê Dolbiyat û di aliyê rojava de jî cîranê gundê Tawêre ye.

 

 

Li gundê Hawar çend gor û goristanên taybet ên baweriya Kakeyiyan hene. Her wiha li gund çavkaniya aveke bi awayê rûbarekê heye. Her çar demsalên salê av jê diherike. Ji ber vê di her çar demsalên salê de geştyar berê xwe didin gund.

 

 

Kakeyî xwedî baweriyeke taybet in, li Başûrê Kurdistanê li çend cihan hene, bi taybet li navçeya Daqûq a Kerkûkê, Xaneqîn, Sifeyek a nêzî Hewlêrê û Hawar a Helebce hene.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê Kakeyî li rojavayê Kirmaşan dijîn. Her wiha ji eşîra Kekewend û Xewacewend in, Yarsan û Ehlî Heq du navên ku Kakeyî pê tên naskirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(ab/rn)