Artêşa Tirk şevê din jî Çiyayê Asos bombebaran kir

36

 

 

ŞARBAJÊR / ROJNEWS

 

 

Şevê din saet 02.30'an ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve carake din Çiyayê Asosê hate bombeberan kirin.

 

Welatiyê ji gundê Gelale ku dikeve herêma Çiyayê Asos, Herdî Salih têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got, "Balafirên şer ên dewleta Tirk şevê din saet 02.30'an careke din Çiyayê Asos bombebaran kirin û 5 bombe avêtin xwarê."

 

 

Herdî Salih diyar kir ku ji ber bombebaranê tirs ketiye di nava niştecihên gund û got ku hewl didin ji gund derkevin.

 

Balafirên şer duh ji Çiyayê Asos bombebaran kiribû, Herdî Salih têkildarî ziyana duh çêbû jî wiha vegot; "Ziyana bombebarana duh û îro hê qet nayê zanîn, ji ber rewşa heye. Em nizanin çiqas zerar çêbûye."

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk heya niha di 3'yê Mijdarê, 11'ê Mijdarê, 27'ê Mijdarê, 2'yê Kanûnê û şevê din Çiyayê Asosê bi hevkariya rejîma Îranê bombebaran kiriye. Lê heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li hemberî bombebarana bêdeng e.

 

(ab/rn)