Ciwanên Baziyan piştgirî dan pêngava ‘Serî Hilde’

24

 

 

BAZIYAN/ ROJNEWS

 

Peyama ciwanan ji aliyê endamê Komeleya Gencanî Welatparêz Karwan Bazyanî ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Em 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê û 30’emîn salvegera tevgera ciwanan dinava tevgera PKK’ê de li Rêber Apo û ciwanan pîroz dikin.”

 

Di dewama peyamê de wiha jî hate gotin; “Weke Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan li Baziyan amadebûna xwe ya ji bo tevlîbûna pêngava ‘Serî Hilde’ û xwedîderketina li vê pêngavê radigehînin. Em vê pêngavê ji bo tevahî ciwanan û taybetî ciwanên Başûrê Kurdistanê pêngavek herî giring dibînin.”

 

 

Banga ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê

 

Di dawiya peyamê de bang li ciwanên Başûr hate kirin û wiha ragihand; “Bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin. Bi vî şêwey azadiya Rêber Apo û tevahî gelan, di pêşengiya jin û ciwanan wê misoger bibe. Her wiha di vê pêngavê de tola Kerkûk û Germiyan bistînin. Dagirkerî û xiyanetê di agirê serhildanê de bi şewitînin.”

 

(rn)