‘Di nava 3 salan de hezar û 293 Êzîdî şehîd bûn’

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzîdiyan a girêdayî Wezareta Enfalê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî qurbaniyên Kurdên Êzîdî yên di şerê DAIŞ'ê de li ser malpera Wezareta Enfalê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê raporek weşand.

 

Di raporê de qurbaniyên Kurdên Êzîdî yên ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 3'yê Tebaxa sala 2014'an de dest pê kir, hejmara Êzîdiyên şehîd bûne, yên çaresenûsa wan nediyar e û dîl hatine girtin, kesên dîl hatin girtin û piştre hatine rizgarkirin, hejmara kesên ji Iraqê derketine, her wiha teqandin û rûxandina goran ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatin eşkere kir.

 

Li gorî raporê hejmara Êzîdiyên li Iraqê 550 hezar kes bûn.

 

Di raporê de tê gotin ku ji destpêkirina şer ve hejmara koçberên Êzîdî 360 hezar kes bûn. Her wiha ji 3'yê Tebaxa 2014'an ve hezar û 293 kes kes şehîd bûne.

 

Li gorî raporê hezar û 759 kes bê bav, 406 kes bê dayik û 359 kes jî bê dayik û bav man.

 

Di raporê de tê gotin ku 220 zarok li gel dayik û bavên xwe di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Bi giştî 47 gorên komî hene û wê di pêşerojê de hejmara wan zêde bibe. Bi giştî 68 gorên Êzîdiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine teqandin.

 

Her wiha zêdeyî 100 hezar Êzîdî bi temamî ji welat derketine. Bi giştî 6 hezar û 417 Êzîdî winda ne û ji van 3 hezar û 547 jin 2 hezar û 870 kes jî ji zilam in.

 

Li gorî daneyên rapora Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzîdiyan a girêdayî Wezareta Enfalê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê heya niha 3 hezar û 207 kes ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Ji van hezar 137 kes jin in, 330 zilam in, her wiha 904 keç in û 831 kes ji kur in.

 

Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de dest bi êrîşa li ser Şengalê kirin û bi vê êrîşê dest bi komkujiya Kurdên Êzîdî kir. Dema ku êrîş kirin, Şengal di destê pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, lê bê ku gel biparêzin Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê re hiştin û reviyan. Piştî vê êrîşê gelê Êzîdî bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê hêza xwe ya parastinê ava kirin.

 

 

(ab/rn)