Heval Ebûbekir dest bi wezîfeya Walîtiya Silêmaniyê kir

29

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Li avahiya Walîtiya Silêmaniyê îro Heval Ebûbekir weke waliyê nû yê Silêmaniyê dest bi kar kir û têkildarî mijarê civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Di civîna çapemeniyê de Heval Ebûbekir wiha got; "Em ê destpêkê ji bo xizmetên welatiyan di nava hewldanan de bin. Ji bo pêkanîna jiyaneke hêjayî welatiyên Silêmaniyê, îspatkirina hikûmeta welatiyan û li ser bingeha şefafiyekê qanûn û yasa serwer be, pêkanîna aramiya civakê û berjewendiyên bilind ên xelkê em ê kar bikin."

 

Heval Ebûbekir axaftina xwe wiha domand; "Armanca me girîngîdana karên aborî yên curbicur in. Bi taybet girîngîdayîna sermayedariyê û hilberîna niştimanî û biyanî ye. Avakirina derfetan ji bo kar û xurtkirina bazarê ye yên dûrî hemû cudahiyên hizbî û siyasî."

 

Waliyê nû yê Silêmaniyê Heval Ebûbekir herî dawî got; "Wê parvekirina sotemenî, ceryan û çêkirina avê erka me yê destpêkê be. Hinek sotemenî ji aliyê hikûmeta navendî ve ji me re hatiye. Em di nava hewldanan de ne û welatên cîran ji soz dane ku neftê bidin me."

 

(ab/rn)