Hevsera Kawa Germiyanî: Em nexwedî dadgeh û qanûneke adilane û rastî ne

22

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYANÎ / GERMIYAN

 

 

Rojnamevan Kawa Mihemed Ehmed Germiyanî edîtoriyaya kovara Rayele û nûçegihanê radyoya Azadî bû. Germiyanî  5′ê Kanûna sala 2013′an li bajarê Kelar li pêşiya mala xwe, ji aliyê 3 çekdarên nasnameyên wan nediyar bûn, hat şehîdxistin. Çekdaran  mala wî dorpêç kiribûn, li deriyê  malê dan, dayika wî derî vekir, pirsa Germiyanî jê kirin, dema ku ew derket jî, gule li ser reşandin û qetilkirin.

 

Sibe salvegera qetilkiina Rojnameger Kawa Germiyanî ye, bi sedema qetilkirina Kawa Germiyanî kesek hate girtin û cezakirin. Piştre ji aliyê dadgehê ve dosya vî hate girtin. Ajansa me sedema girtina dosyayê lêkolîn kir.

 

Têkildarî girtina dosyaya qetilkirina Kawa Germiyanî, parêzerê dosyayê Kawa Letîf ji ajansa me re wiha got; "Dosya girtin, ji ber ku kesên giliyê wan hatîn kirin, hemû azad  bûn, tenê ceza ji bo kesekî derket û niha li girtîgehê ye."

 

 

Hevsera Rojnameger Kawa Germiyanî, Şîrîn Emîn biryara dadgehê red kir û diyar kir ku wê biryara dadgehê qebûl nekin û got; "Timî em dubare dikin merc nîne ji ber cezakirina kesekî dosyaya qetilkirina Kawa bigirinn. Em bawer in ku kesên Kawa qetilkirin ji kesekî û du kesan zêdetir in. Ji ber vê yekê heta ew kes neyên cezakirin, em dest ji dosyayê bernadin."  

 

 

Şîrîn Emîn axaftina xwe wiha domand; "Em nexwedî dadgeh û qanûneke adilane û rastî ne. Lewma heya niha encama dosyaya Kawa ne zelal e. Kawa li herêma YNK’ê hate terokrkirin. Sedema terorkirina wî eşkerekirina dosyayên gendelî û bazirganiyê bûn. Lê dadgeh biryarên adilane nade."

 

Her wiha hevrêyê Kawa Germiyanî, Dilşad Enwer ji wiha axivî; "Di warê qanûnî de dosya hatiye girtin, lê ji aliyê raya giştî û rêxistinên navxweyî û navneteweyî ve dosya vekirî maye. Ji ber ku li gorî me destek li pişt terorkirina Kawa heye, hê nehatiye cezakirin.”

 

 

Dilşad Enwer ragihand ku dosyaya Kawa Germiyanî axaftina xwe wiha domand, "Li ser terorkirina rojnamegerên weke Soran Mame Heme, Wedat Hisên û Serdeşt Osman kesek nehat cezakirin. Gumana me heye hin kesên din beşdarî plana şehîdkirina Kawa bûne."

 

Di 13′ê Tebaxa sala 2016′an saet 08.45′an nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên li bajarê Dihokê bi êşkenceyê hate qetilkirin û heya niha li ser bûyerê ti kes nehatine girtin û cezakirin.

 

(ab/rn)