Hêzên Îtlaeta Îranê li Merîwanê 2 Kurd desteserkirin

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, 30'ê Mijdarê hêzên Îtlaeta Îranê bi cilên sivîl êrîşî du welatiyên li gundê Nê yê ser bi bajarê Merîvan a parêzgeha Sineyê kirine û piştî gulebaranê her du kes desteser kirine.

 

Her du welatiyên bi navê Tehsîn Dadiresî (Tehsîn Serdûşî) û Aram Nîk Pey piştî rastî êrîşa çekdarî tên, tên desteserkirin birîne li cihekî nediyar.

 

Hate ragihandin ku ev ev êrîş bi 5 wesayîtan hatiye kirin. Hate gotin ku ji derveyî van her du kesan, xwestine çend kesên din ji desteser bikin, lê xelkê gundê Nê li dijî wan derketine û rê nedane. Hêzên Îtlaetê ji bi guleyan bersiva niştecihên gund dane. Xanî û mizgefta gund dane ber guleyan.

 

Hêjayî gotinê ye ji roja êrîşê heya niha gund di bin çavdêrî û dorpêça çekdarên rejîma Îranê de ye.

 

(ab/rn)