Ji ber krîza di navbera Bexda û Hewlêr de rewşa 50 nexweşan giran e

29

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

 

Nêzî çend meh in dermanê taybet ê nexweşiya gurçikê li Herêma Kurdistanê nemaye û Bexda ji derman naşîne. Welatiyên nexweşiya wan bi rêya ajansa me daxwaza alîkariya derman kirin.

 

 

Welatiyê nexweş Mihemed Reşîd got; "Çend cure dermanên taybet hene, pêwîst e ez rojane bi kar bînim. Eger ez bi kar neyînim wê hêdî hêzî gurçikên min lewaz bibin û metirsî li ser jiyana me çêdibe."

 

 

Mihemed axaftina xwe wiha domand; "Em 50 nexweş in ku tenduristiya me gelekî xerab e. Pêwîstiya me bi lezgînî bi derman heye. Ji ber krîza aborî yek ji me nikare van dermanan bikire. Ji bo vî dermanî mehane pêwîstî bi 500 dolaran heye."

 

Berpirsê Rêxistina Gurçikparêzên Kurdistanê Aryan Elî ku ew bi xwe jî nexweşê gurçikê ye, wiha axivî "Me gelek caran pêwendî bi Wezareta Tenduristiyê re çêkiriye, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û dermanan bide me. Lê ji ber hinceta krîza darayî hê derman ji bo me neşandine. Hikûmeta Iraqê jî, ji ber krîza di navbera Bexda û Hewlêrê de heya niha ti derman ji bo me neşandiye. "

 

 

Aryan Elî herî dawî got; "Bi alîkariya çend nexweşên din me Rêxistina Gurçikkparêzên Kurdistanê ava kir. Ji bo parastin û xizmeta nexweşên gurçikê. Em bi rêya vê rêxistinê hewl didin ku ji bo nexweşan dermanan peyda bikin."

 

(ab/rn)