Ji bo rewşenbîrên Xaneqîn panelek hate lidarxistin

25

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ/ XANEQÎN

 

Li ser armanc û naveroka panelê berpirsê Fakûlteya Ziman û Zanîsta Mirovan li Xaneqîn Dr. Mihemed Zehawî ji ajansa me re axivî û got; “Fakûlteya Ziman û Zanîsta Mirovan a girêdayî Zanîngeha Germiyan bi armanca danasîna rewşenbîr û hunermendên Xaneqîn, panelek lidar xist.”

 

 

Mihemed Zehawî wiha jî got; “Xaneqîn di hemû alî de navçeyek dewlemend e. Em dixwazin xwendekarên îro li ser rewşenbîriya Xaneqîn bibin xwedî agahî. Dewamkirina çalakiyên wiha di bernameya me de heye.”

 

Her wiha Serokê Beşa Zimanê Erebî Dr. Saman Celîl jî ku tevlî panelê bibû, wiha got; “Îro beşa Zimanê Erebî li Fakûlteya Ziman û Zanîsta Mirovan a Xaneqîn dibin dirûşma ‘danasîna nivîskar û wêjevanên Xaneqîn’ panelek lidar xist. Kesên tevlî panelê bûn Ehlam Mensur, Îbrahîm Bacelan, Ebdulmecîd Lutfî, Ebdulstar Zengene û Dr. Celîl Reşîd bûn. Her wiha hunermend Xudaday Elî bû. Panel ji aliyê 6 mamostayên zanîngehê ve hate pêşkêşkirin.”

 

 

Saman Celîl got; “Armanca vê panelê ji bo danasîna ew kesayetên rewşenbîr ên Xaneqînê bû. Her wiha lis er bandora wan a erênî li Xaneqîn û dervey Xaneqîn heyî.”

 

Her wiha berpirsa Nûsîngeha Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Şaxa Xaneqîn Emel Bacelan jî ku tevlî panelê bibû, wiha axivî; “Bandorek pir mezin a zanîngeh û kolêjan li ser civakê heye. Ji ber ku beşek ji civakê bi peywendî û têkelbûnê pêk tê. Ev çalakiyên wiha peywendiyan bihêz dikin.”

 

 

(rn)