Ji welatiyê winda agahî

27

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Îro sê roj e çalakvanê sivîl Esed Şawrî li devara îdareya Raperîn winda bibû. Di vê der barê de çavkaniyek taybet ku nexwest navê wê/wî were eşkerekirin ji ajansa me re got: “Malbata Esed Şawrî hatiye agahdarkirin ku li gel hêzeke dijî teror ê YNK’ê ye û rewşa wî jî baş e.”

 

Her wiha ev hêza dijî teror a YNK’ê ji malbatê re gotine ku bila ti çalakî û xwepêşandan ji bo Şawrî nekin, hinek karên wan ên taybet li gel wî hene û wê piştre serbest were berdan.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku Şawrî berê pêşmerge bû ji ber birîndarbûnê niha pêşmergetiyî nake û têkildarî sedema birina wê ya li gel hêzên dijî terorê jî ti agahiyek nehatiye bidestxistin.

 

Me xwest têkildarî birina Şawrî nêrîna malbata wî bigirin, lê nexwrstin di vê der barê de biaxivin.

 

(rn)