Jineke ciwan li Serdeştê dawî li jiyana xwe anî

18

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Jina ciwan Şole Zereban a xelkê bajarê Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiye ya  Rojhilatê Kurdistanê îna bihurî 1’ê Kanûnê  bi hebên xwarin dawî li jiyana xwe anî.

 

Cenazeyê Şole Zereban piştî li bajarê Urmiyê piştî otopsiyê radestî malbata wê hate kirin.

 

Civaknas sedema xwekuştinê dispêrin hejarî, bêkarî, bikaranîna madeya hoşbir û vê jî dispêrin siyaseta civakî û darayî ya rejîma Îranê.  

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê xwekuştina jinan di asteke metirsîdar de zêde dibe û di der barê sedemên xwekuştinê û pêşîlêgirtinê de jî ti kar û xebatek cidî nayê kirin. Piraniya xwekuştinan jî bê ku werin lêpirsînkirin ser wan tên girtin û weke tiştekî ji rêzê, nêzîkatî tê raberkirin.

 

(rn)