Li Başûr nebûna ceyrana giştî jiyan felç kiriye

25

 

 

HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS

 

 

Salane di demsala havînê û zivistanê de pêwîstiyeke zêde bi ceyranê çêdibe û ev jî dibe sedem ku zexteke zêde bikeve navendên ceyranê. Li ser vê yekê jî wezareta ceyranê saetên dayîna ceyrana giştî ji bo welatiyan û esnafan kêm kiriye û niha rojane tenê 4 saet ceyrana giştî tê dayîn. Ev jî pirsgirêk ji bo esnafan û hesinkaran ku hemû karê wan li ser ceyranê ye çêdike. Me jî xwest nêrîna esnafan û hesinkaran a di vê der barê de bigirin.

 

Hesinkarê bi navê Luqman Enwer ku niştecihê bajarokê Seyîdsadiqê ku dikeve ser parêzgeha Silêmaniye, got: “Piştî 26 sal desthilatiya hikûmeta herêmê em li bendê bûn ku rewşa ceyranê baştir bibe, lê her diçe ber bi xerabûnê ve diçe. Ev jî bûye sedem ku pirsgirêkeke zêde ji bo me û welatiyan jî çêbibe.”

 

 

Enwer îşaret bi wê jî kir ku li gel kêmkirina saetên ceyranê û nebûna kar, wezareta ceyranê bûhayê ceyranê pênc qat li ser hesinkarên Seyîdsadiqê zêde kiriye.

 

 

Senan Fayiq ku bi çêkirina pembo re mijûle û niştecihê bajarokê Xurmal yê ser bi parêzgeha Helebceyê ye jî dibêje ku ji ber bi roj ceyran nîne ew neçarin ku şev berê xwe bidin cihê kar û wiha pêde çû; “Ji ber roj ceyrana ku têxwastin nîne, em neçar dimînin ku şev bixebitin. Derfetê me jî nîne ku em ceyrana jeneratorê bikişin.”

 

 

Senan di berdewama axaftina xwe de îşaret bi jiyana berpirsên herêmê jî kir ku pirsgirêkeke wan a ceyranê nîne û got: “Ev rewşa ceyranê ya niha heyî di berjewendiyê hindek berpirsan de ye ku xwedî jeneratorên mezin yên taxanin û hewl didin bi rêya ceyrana jeneratorê bazirganî li ser jiyana gel bikin.”

 

 

Esnafekî bajarê Helebceyê Sefîn Ebdulezîz ku bi çêkirina mast û berhemên şîr ve mijûle jî di derbarê kêmbûna ceyranê de axivî û ragihand: “Nebûn û kêmkirina ceyranê her timî pirsgirêk ji bo me çêkiriye. Ji ber ku hinek berhemên me hene eger di cihên sar de nemînin, xirap dibin û êdî nayên bikaranîn.”

 

 

Sefîn Ebdulezîz diyar kir ku hemû welatî ji vê rewşê nerazî û nîgeranin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa ceyranê gihîştiye astek wisa ku êdî li malê ava germ nemîne ku bikarin paqijî bikin.”

 

Li tevayî Herêma Kurdistanê saetên ceyrana giştî pir kêm bûye û ji bo vê jî giranî ketiye ser ceyrana jeneratora taxan ku ew jî buhayê xwe zêde ye û ji ber nebûna kar welatî nikarin mesrefa wê bidin.

 

 

(rn)