‘Li Başûr timî mafê rojnamegaran tê binpêkirin’

32

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

 

Li Başûrê Kurdistanê heya niha gelek rojnameger hatine qetilkirin, kujerên wan nehatine cezakirin û dadgeheke adilaneku bikare mafê wan biparêze jî nîne. Rojnamegerên herêma Germiyan li ser vê mijarê ji ajansa me re axivîn.

 

Rojnameger Ehmed Hemîd wiha got; "Beşek ji berpirsên vê desthilatê dosyayên wan ên gendelî û sextekariyê hene. Naxwazin navên wan ji gel re werin eşkerekirin. Dema ku rojnameger karekî rojnamegeriyê li ser van dikin û rastiyan ji xelkê re eşkere dikin, berpirs nikarin bi rêya qanûnî ti karekî li dijî wan rojnamegeran bikin. Ji ber vê yekê gefa kuştin û tirsê li wan dikin."

 

 

Ji sala 2008'an ve li Başûrê Kurdistanê 4 rojnameger hatine qetilkirin, lê heya niha kujerên yekî ji nehatine eşkerekirin.

 

Nûçegihana Rojnamegera Newjîn Jîno Elî der barê mijarê de wiha axivî; "Ji ber sedema ku rojnameger timî karên gendelî û neqanûnî yên berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo bîner û xwendevanên xwe eşkere dikin, rastî gefên kuştin, lêdan û revandinê tên. Bi hêsanî mafên wan binpê dikin."  

 

 

Jîno Elî axaftina xwe wiha domand; "Mînak, ev rojnamegerên şehîdên pênûsê, ji ber sedema ku rastî, gendelî û karên neqanûnî yên berpirsan eşkere dikirin û bi rêya televîzyon, rojname û kovaran belav dikirin, ji aliyê berpirsan ve hatine qetilkirin."

 

Di sala 2008'an de nûçegihanê Kovara Livîn Soran Mame Heme li Kerkûkê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Her wiha sala 2010'an rojnameger  Serdeşt Osman li Hewlêrê hate revandin û piştre kuştî hate dîtin.

 

Nûçegihanê Kurdistana Niwê Hadî Ehmed diyar kir ku êrîşî wî kirine û got; "Dema ku êrîşî min kirin, kameraya min şikandin. Mafê min binpê kirin. Wê demê min aloziya di navbera asayîşa Germiyan û temaşekerên maçeke tîmên Hewlêrê û Şêrwane de dişopand."

 

 

Hadî axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Sedema êrîşa li ser min ew bû ku, min êrîşa hêzên ewlehiyê dişopand. Ji ber ku dizanin ji wan re şer me û wê şerma wan were eşkerekirin."

 

Rojnameger Kawa Mihemed Ehmed Germiyanî edîtoryaya kovara Rayele û nûçegihanê radyoya Azadî bû. Germiyanî şeva 5′ê Kanûna sala 2013′an li bajarê Kelar li pêşiya mala xwe, ji aliyê 3 çekdarên ku nasnameyên wan nediyar bûn ve, hat şehîdxistin. Çekdaran  mala wî dorpêç kiribûn, li deriyê  malê dan, dayika wî derî vekir, pirsa Germiyanî jê kirin, dema ku ew derket jî, gule li ser reşandin.

 

Rojnameger Ziryan Mihemed a li Radyoya Deng kar dike jî wiha axivî; "Mixabin li Herêma Kurdistanê qanûnek nîne mafê rojnamegeran biparêze. Li Herêma Kurdistanê ragihandin weke desthilatdariya 4. tê naskirin. Lê timî mafê rojnamegeran tê binpêkirin û êrîşî rojnamegeran dikin. Gefan li wan dikin. Li gorî min ti çareserî nîne ji bo ku rojnameger rastî êrîşan neyên."

 

 

Rojnameger Ziryan Mihemed herî dawî got;"Eger çareserî hebûya, ji bo van binpêkirina û gefên li rojnamegeran tê kirin, dadgeheke adilane hebûya guh li rojnamegeran bigirta û qanûnek hebûna mafê rojnamegeran biparasta wê Kawa, Soran Mame Heme, Serdeşt Osman û Wedat Hisên nehatina şehîd kirin."

 

Di 13′ê Tebaxa sala 2016′an saet 08.45′an nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên li bajarê Duhokê bi êşkenceyê hate qetilkirin û heya niha li ser bûyerê ti kes nehatine girtin û cezakirin.

 

Sekreterê Ofîsa Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Germiya Aram Îkram jî wiha got; "Îsal li herêma Germiyan hejmarek binpêkirinên mafê rojnamegeran çêbû. Gef û êrîş çêbûne. Nûçegihanê NRT'ê hate binçavkirin. Her wiha êrîşî ser rojnameger Hadî Ehmed kirin û kameraya wî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat şikandin."

 

 

(ab/rn)