Li çiyayê Kewereş cenazeyê welatiyekî hate dîtin

18

 

 

ELÎ QADIR / RANYA

 

 

Li çiyayê Kewereş ê Ranyayê cenazeyê welatiyê ku ev du roj bûn winda bû hat dîtin.

 

Berdevkê Polîsê Raperîn (Ranya) Şoreş Îsmaîl der barê mijarê de agahî da û got: “Piştî windabûna welatiyekî niştecihê bajaroka Serkepkan ku dikeve ser bi îdareya Ranya, lêgerînê dest pê kir û îro jî cenazeyê wî li çiyayê Kêwereş hate dîtin.”

 

Şoreş Îsmaîl têkildarî nasnameya welatiyê ku cenazeyê wî hatiye dîtin de jî ev agahî parve kir: “Navê welatiyê cenazeyê xwe hatiye dîtin E.E.Q ye û sala 1947’an ji dayik bûye. Piştî ku xizmên wî em agahdar kirin ku winda ye û bi kurekî xwe re ji malê derketibû, ji bo gerê derketibûn çiyayê Kêwereş. Paşê kurê wî vedigere malê, lê ew bi xwe li wir dimîne. Êvarê dema kurê wî çûye ji bo bîne  ew nedîtiye. Li ser vê yekê malbat, hêzên ewlekariyê yên bajaroka Serkepkan û welatiyên herêmê ji saet 10:30’ê sibehê ve li çiyayê Kêwereş ku lê digeriyan rastî cenazeyê wî hatin.”

 

 

Şoreş Îsmaîl ragihand ku piştî temamkirina karên qanûnî cenaze ji bo teşhîsê û sedema mirina wî rakirine Tiba Edlî ya Ranya.

 

Têkildarî lêpirsîna der barê bûyerê de jî Şoreş Îsmaîl wiha got: “Lêpirsîn der barê bûyerê de hatiye vekirin û berdewam dike.”

 

(rn)