Li herêma Şengalê mazot li welatiyan hat belavkirin

36

 

 

NEDÎMA ŞEMOŞENGALROJNEWS

 

Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê ku ji bo Şengaleke xweser û azad di nav xebatan de ye, ji bo welatiyên herêma Şengalê yên li  bajaroka Sinûnê û Xanesorê û gundên wê zivistaneke rehet derbas bibin mazot belav kir.

 

Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehtan Xelîl ê ji ajansa me re axivî got, “Piştî rizgarkirina Şengalê bi hezaran kes vegeriyan ser xaka xwe. Heta niha hikûmeta Iraqê ti alîkarî nedaye me. Ev zilma li ser gelê me tê meşandin neheqiyeke mezin e. Li gor derfetên xwe ji bo gelê me di zivistanê de zehmetiyan nekişîne em mazotê li ser wan belav dikin. Her wiha malbatên me yên hê li çiyayê Şengalê di konan de dijîn hene. Em mazotê digihînin van jî.”

 

 

Têkildarî mijarê yek ji welatiyê Şengalê Xêro Xelaf axivî û wiha got, “Ev 3 sal in em li Sinûnê me. Heta niha hikûmeta Iraqê ti alîkarî ji me re neşandiye. Em Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê spas dikin. Li tevahî gelê me mazot û kîsên ard belav kir.”

 

 

 

(rn)