‘Li ser Wargeha Mexmûrê ambargo tê meşandin’

21

MEXMÛR/ROJNEWS

 

Ev demeke dirêj e li Wargeha Mexmûr Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di aliyê elektrîkê de pirsgirêk heye û ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin heyetek ji berpirsyarên elektirîkê ya wargehê çûn Hewlêrê û bi Reveberê Giştî ya Elektrîka Heremê Hiseyîn Ehmed Qadir re hevdîtinek pêk anîn.

 

Têkildarî mijarê endamê Reveberiya Şaredariya Wargeha Maxmurê Erdal Ûrek ji ajansa me re axivî û wiha got; “Gelek pirsgirên din ên wargehê hene, ev pirsgirêk ne ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve ne jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY)’ê ve tên çareserkirin. Nêzî hefteyekê ye em li benda hevdîtinekê bûn  ku bi Reveberê Giştî yê Elektrîka Herema Hewlêrê re çêbikin. Piştî hefteyekê serlêdana me hat qebûlkirin û em wek heyeta wargehê çûn Hewlêrê. Destpêkê me li gel rayedarên Hewlêrê hevdîtin çêkir, piştre me bi Reveberê Giştî yê Elektrîka Heremê Hiseyîn Ehmed Qadir re hevdîtinek çêkir.  Di hevdîtinê de ji bo zêdekirina saetên elektrîkê em axivîn. Rayedaran ji me re gotin, ku dema ji aliyê hêzên Iraqî û Heşdî Şebî ve 16 û 18’ê Cotmehê li hember herêma Mexmûrê êrîş çêbûn, bîrên avê yên bi rêya elektrîkê 24 saetan timî pêxistîbûn niha hatine qutkirin û daxistine 8 seatan. Beriya niha bi hefteyekê bi awayekî fermî ji me re ragihandin ku êdî elektrîkê weke berê nadin herêma Mexmûr û saetên dayîna elektrîkê jî daxistine 8 saetan. Lê di saetên ku elektrîk tê jî di navbera saet 21.00 û 05.00’ê sibê de ye. Di aliyê erênî de tu feydeyê nade gelê herêmê û bi taybet gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî.”

 

‘Biryar siyasî ye’

 

Ûrek da xuyakirin ku rayedaran pêşniyara wan a ji bo zêdekirina saetên elektrîkê qebûl nekirine û got: “Hinceta wan jî li herêmê hebûna hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ye. Li gorî ku wan digot, Hêzên Iraqê û Heşdî Şebî êrîşî xebatkarên elektrîkê kirine. Lê em vê baş dizanin ku ev rewşeke siyasî ye. Ambargoya elektrîkê li ser gelê wargehê tê meşandin. Dîsa rayedarên elektrîkê diyar dikirin ku, wan berê ji bîrên petrolê yên di destê wan de bûn, neft û benzîn ji wan bîran didan santrala elektrîkê, lê ji ber ku ev bîrên petrolê niha ketine destê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ew nikarin neft û benzînê bidin van santralên elektrîkê.”

 

‘Elektrîkê difiroşin Mûsilê’

 

Ûrek wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Li gorî tê zanîn 200 megabayt elektrîk ji heman santralê difiroşin Mûsilê, çima vê xeta elektrîkê nadin herêma xwe? Pêşniyara me ya duyem jî ew bû ku, ji xeta elektrîkê ya 24 saetên elektrîkê didin bîrên avê bidin wargehê bû. Lê di heman demê de elektrîka bîrên avê jî hatine qut kirin û pewîst e ev xeta bîren avê bên berdan û ji bo wargehê jî bê çêkirin.”

 

(kom)