Li ser zewaca di temenê biçûk de li Silêmanî semînerek hat dayîn

24

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Di destpêkê de mamostayê olî Niyaz Hewramanî axivî û got; “Ev yasaye û pêkanîna wê dikeve çarçoveya tundûtûjiyê de. Di aliyê olî de jî zewaca ne şerîe tê binavkirin. Dema keçek dibin zexta tirs, êşkence, bê rêzî û tundûtûjiyê de be, nikare bi berpirsiyariya xwe rabe û bê daxwaza xwe dizewice.”

 

 

Niyaz Hewramanî wiha jî got; “Di temenê zarokatî de zewicandina keçan, ti sûdek têde nîne. Di aliyê yasayî de ew keçe negihaye asta temambûna xwe ya fîzîkî û bikare biryara xwe bi xwe bide.”

 

Piştre parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî diyar kir ku ev mijare pir hesase û wiha pêde çû; “Bi taybetî ji bo min weke parlamenterek cihê sosretê ye. Derxistina vê biryarê û pêkanîna wê ji aliyê Encûmeniya Bilind ve cardin ji bo civakê wê alozî çêbike. Bi vê biryarê jinên Iraqê wê sed salên din vegerin paş.”

 

‘Li herêmên Xaneqîn û Kerkûkê ev sûce zêdetir tê kirin’

 

 

Rêzan Şêx Dilêr got; “Di yasaya Iraqê de çend biryarên me hene. Mînak; zewicandina keçan di temenê biçûk de ji dervey dadgehê ceza ye. Li herêmên Xaneqîn û Kerkûkê ev sûce zêdetir tê kirin. Rêjeya herî bilind li Iraqê heye. Ev bi hatina penaberan zêdetir bûye. Ger ev bê pêkanîn, wê yasa rewşa kes ji ber çavan derbixe. Em jî piştgiriya wan kesan dikin ku ewên di nava civakê de hewl didin ev yasaye bê guhertin.”

 

Rêzan Şêx Dilêr di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Şîe li ser bicihkirina vê yasayê bi israrin. Ji ber ku Şîe zêdetir xwedî desthilatin ji Sûneyan. Me dest bi xebatê kiriye ku di nava parlamentoyê de vê yasayê red bikin. Di destpêka sala bê de wê vê mijarê carek din bixin dengdanê. Ji bo bê redkirin. Ji ber ku ji bo me jinan pir zehmete li hemberî vê li wir bêdeng bibin.”

 

Li ser heman mijarê hiqûqnas Rizgar Emîn jî wiha got; “Di nivîsandina yasayê de temen nehatiye diyarkirin. Ka kîjan temen ji bo zewacê başe. Divê cardin li vir vegerine ser bingehê olî û mezhebî. Ji ber ku di madeyê 2 yê destûrê de dibêje ku nabe ti yasayek bê derxistin ku li dijî pîvanên ola Îslamî be. Ev mijare dive nav de.”

 

 

Semîner li ser pirs û bersivên li ser mijara zewaca di temenê biçûk de û helwesta pêwîst a li hemberî bidawî bû.

 

 

 

(rn)