Li Seyîdsadiqê taxima karate yê keçan

27

 

 

HAWKAR MISTEFA / SEYÎDSADIQ

Taximê karateyê yê zarokên keç ên Seyîdsadiqê nêzî salekê ye hatiye sazkirin, ji aliyê kulûba werzîşî ya Seyîdsadiqê ve tê birêvebirin û pêwîstiyên wan tê dabînkirin ku niha 10 endamên xwe hene û temenê wan di navbera 10 heya 18 de heye. Daban Osman a xwedî kemera kesk e û endama taximê ye got: “Li bajaroka me zarokên keç û kur bi rêjeyeke baş tevlî beşdarî taximê karate bûne. Lê, tişta ku ji bo zarokên keç cuda ye ew e ku heya niha li parêzgeha Silêmanî û Helebceyê taximên zarokên keç ên karateyê nînin ku karibin salane şampiyonê taximê derxin da ku em jî beşdarî olîmpiyatan bibin.”

 

 

Par li ser navê parêzgehên Iraqê li bajarê Silêmanî pêşbirkek çêbû û Daban jî bi navê parêzgeha Silêmanî ji taximê werzîşî yê Seyîdsadiqê beşdar bû û karî bibe yekemîn. Daban got: “Eger alîkariya me were kirin em biçin derve û beşdarî olîmpiyat derve bibin, em ê bi dilniyayî encameke baş bi dest bixin.”

 

 

Endameke din a taximê karateyê Sozyar Rêbiwar xwedî kemera portaqalî ye û ev du sal e perwerdeyê dibîne û dibêje; “Pirsgirêka me ya wext heye da ku em bikarin derbasî qonaxeke bilindtir bibin. Ji ber di hefteyekê de tenê du rojan wextê me heye ku perwerde ango antremanan bikin.”

 

 

Derya Omer jî xwedî kemera zer e û rojane piştî xwendinê wextê xwe ji bo werzîşê vediqetîne dibêje; “Rojane di dema antremanan û perwerdeyê de mamostayê me bi şêweyekî hunerî xweparastinê fêrî me dike. Karate zehf xweş û bi sûd e.”

 

 

Mamostayê taximê karate yê keçan Serbest Ebdulqadir axivî û got: “Me di taximê zarokên kur di asta herêmî û derve de me encameke baş bi dest xist. Lewma me pêwîst dît ku zarokên keç jî ji vî cureyê werzîşê bêpar nemînin. Me bawer nedikir ku wê keç ew çende eleqe ji vê werzîşê re bidin nîşan.”

 

 

Serbest Ebdulqadir diyar kir ku eleqeyeke mezin a keçan ji karateyê re heye, lê ji hezîrana par ve ji ber tengbûna salona karateyê nikabûn ji derveyî taxima heyî keçên din ên dixwazin fêr bibin bigirin.

 

Di karateyê de kemera spî didin kesên ku nû dest pê kirine, piştî qonaxa destpêkê jî kemera zer tê dayîn. Paşê jî kemera kesk û di qonaxa dawî de jî kemera reş tê dayîn.

 

 

 

 

(rn)