Mala Serokê Yemenê yê berê  Salih hat teqandin

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî malpera Skynews a Erebî îro çekdarên Hûsiyan li paytexta Yemenê Sanayê, mala Serokê Yemenê yê berê  Elî Abdullah Salih teqandin.

 

Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îranê Tasnimê ragihand ku Elî Abdudulah Salih dema dixwest biçe Maribê ji aliyê Hûsiyan ve hate kuştin. Lê Ajansa Nûçeyan a El Erebiye ev nûçe derew derxist.

 

Her wiha kanala Elmeyadîn ragihand ku mala Serokê Yemenê yê berê  Elî Abdullah Salih hatiye dorpêçkirin.

 

Ji aliyê din ve Kanala Rûsya Tude ji diyar kir ku cihê mala Salih hatiye teqandin.

 

Hêjayî gotinê ye çend roj in li Yemenê di navbera çekdarên Hûsiyan û çedkarên Serokê Yemenê yê berê  Elî Abdullah Salih şer diqewime û heya niha zêdeyî 200 kesan ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dane.

 

Hikûmeta Yemenê diyar kir ku wê hemû kesên ku têkilşya xwe bi Hûsiyan re qut bikin werin efûkirin

 

Di aloziyên Yemenê de Erebistana Siûdî û Îran rolê sereke dilîzin. Her yek piştgiriyê dide aliyekî cuda.

 

(ab/rn)