Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan encamnameya civîna xwe eşkere kir

26

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Civîna salane ya asayî ya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan di navbera 28-30’ê Mijdarê de li Şengalê hat lidarxistin.

 

Di civîna ku bi tevlîbûna 72 delegeyan hat li darxistin, encamên civînê hatin eşkerekirin û ragihandin.

 

Di civînê de ku bi awayekî berfireh li ser pêşketinên Rojhilata Navîn, Kurdistan û Şengalê nirxandin û nîqaş hatin kirin, biryarên hatin girtin.

 

Daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan wiha ye:

 

Di civînê de nirxandinên kûr ên siyasî, leşkerî û rêxistinî hatine kirin û gihiştiye tespîtên girîng.

 

Civîna me di demeke ku li Rojhilata Navîn şer û bêîstîkrarî serwer e hatiye lidarxistin, ji her alî ve xwedî girîngî ye. Em di pêvajoyeke hesas a ji aliyekî ve şer û pevçûn didomin, ji aliyekî ve jî li rêyên çareseriyê tê gerîn de derbas dibin. Li Rojhilata Navîn a tewazun pir tên guhertin, têkilî û tifaq li gor vê guhertinê şekil digirin, mirov pêşiya xwe bibîne, li gor vê polîtîkayên guncav diyar bike û têkoşîn bike, xebatên siyasî, leşkerî û dîplomatîk di nav hev de pêş bixe û li ser piyan bimîne ji bo civaka Êzîdî xisûseke ku dest jê nabê ye. Pêvajoyeke hesas û serweriya hêzê ya tê guhertin dema em têre derbas dibin hê naziktir kiriye. Civîna me ya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan, ku di vê demê de pêk hat, hem ji bo civaka Êzîdî hem jî pêşeroja Şengalê girîngiya wê hê zêdetir kiriye.

 

Civîna me pêşketinên siyasî yên li cîhan, Herêm, Kurdistan û Şengalê rû didin kiriye rojeva xwe û bi awayekî berfireh nirxandiye. Sûriye ketiye pêvajoyeke ku lêgerînên çareseriyê zêde bûne. Piştî azadkirina Reqayê bal hatiye kişandin ser perspektîfa çareseriya bi federasyon û hatiye destnîşankirin ku dê ev ji bo lêgerînên çareseriyê yên li Sûriyeyê modela herî guncav be.

 

‘Divê pergala îdarî ya Şengala Xweser bê qebûlkirin’

 

Pêşketinên piştî referandûmê serxwebûnê ya ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hat kirin, li dû vê ku bi mudaxeleya li hember Kerkûkê bi encam bû hatiye nirxandin. Tesîra van pêşketinan a li ser Şengalê, ku rê li ber pêşketinên nû yên siyasî û leşkerî vekir, bi awayekî berfireh hatiye destgirtin. Guhertinên muxtemel ên ji niha û şûn ve, tesîrên wê yên muxtemel ên li ser Şengalê hatine destgirtin û gavên pratîk ên wê bên avêtin hatine nirxandin.

 

Civîna me rêveberiya Êzîdiyan, xebatên xwe yên salekê nirxandine û rewşa xwe ya rêxistinî li ber çavan re derbas kiriye.  Li ser girîngiya ku meşruiyeta Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê ya saziyên li Şengalê di nav xwe de dihewîne bigihêje statuya fermî rawestiyaye. Hemfikirek derketiye holê ku divê em li ser xisûsa ku divê pergala îdarî ya Şengala Xweser di nav mafên qanûnî û destûra bingehîn de bigihêje fermiyetê.

 

‘Divê saziyên Êzîdiyan ên li derveyî xebatên xwe ji nû ve bigirin dest’

 

Hatiye destnîşankirin ku saziyên Êzîdiyan ên li derveyî welat û xebatên dîplomatîk divê li ser esasê daxwaz û hêviyên civaka Êzîdî ya li Şengalê xebatên xwe ji nû ve bigirin dest. Bal hatiye kişandin ser girîngiya ji bo statuya xweser a demokratîk a Şengalê were bidestxistin di platformên navneteweyî de hewldan bên kirin.

 

‘Ji  bo parastina civaka Êzîdî divê garantiyeke qanûnî a navneteweyî ava bibe’

 

Civîna me li ser xisûsa hewcedariya ku divê nêzîkatiyeke navneteweyî ya xwesertiyên Şengal û civaka Êzîdiyan li ber çav bigire were pêşxistin sekiniye. Li ser girîngiya ku divê ji komkujiyên rû dane mirov ders derxe û ji bo parastina civaka Êzîdî divê garantiyeke qanûnî ya navneteweyî ava bibe. Bal hatiye kişandin ser avabûna avahiyên îdarî yên demokratîk ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de heye, hatiye diyarkirin ku ji bo Şengal weke navend an jî  muhafeze were qebûlkirin, nêzîkatiyek bê nîşandan. Meclîsa Xweser a Şengalê wek rêveberiyeke fermî bê qebûlkirin bikevin nav hewldaneke zêde.

 

Hatiye diyarkirin ku daxwazên mafdar ên gelê Êzîdî yê rastî fermanan hatiye, daxwazên wan ên xwerêvebirin û xweparastinê heyatî û meşrû ne. Di roja me ya îro de ku rîskên jiyanî didomin, ji bo Hêzên Xweparastinê yên Êzîdxan (YBŞ-YJŞ), Asayîş, fermiyetê bi dest bixin, divê hewldan bên dewamkirin. Di vê mijarê de bang li hêzên navneteweyî û raya giştî hatiye kirin ku bi civaka Êzîdî re di nav piştevaniyê de bin û destek bikin. hatiye diyarkirin ku ji bo civakeke qedîm ji ber baweriyên xwe rastî tunekirinê neyê divê her kes berpirsyartiya xwe ya mirovî bîne cih û banga piştevaniyê hatiye dubarekirin.

 

Banga vegera Şengalê

 

Bang hatiye kirin ku gelê me yê Êzîdî yê ji Şengalê koç kiriye vegere ser xaka xwe, nirxên xwe yên pîroz û axa xwe biparêze, yekîtiya xwe çêbikin, rêxistinbûna xwe pêş bixin. Hatiye destnîşankirin ku firsendên dîrokî ava bûne, ji bo mirov ji van firsendan baş sûd bigire divê yekîtiya xwe çêbike, piştevaniya hev bike, xwe rêxistin bike, xwedî li saziyên xwe derkeve û li ser vî esasî serkeftin hatiye xwestin.

 

Civîna rêveberiya Êzîdiyan piştî nirxandinên berfireh, plansaziya xwe ya salane derxistiye û gihiştiye biryarên girîng. Bi tevlîbûn û biryardariyeke mezin civîn bi serketî bi dawî bûye.”