Salvegera PKK’ê li Şamê hat pîrozkirin

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê TEV-DEM, Meclîsa Taxa Zorava, Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

 

Di axaftinan de salvegera damezirandina PKK’ê li giştî gelê Kurd hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku ew roja rojbûna pêvajoyeke nû ji xebata Kurd re ye.

 

Di axaftinan de her wiha li ser dîroka PKK’ê ji roja hatiye damezrandin heta niha û pêvajoyên cihêreng ên xebatê ku PKK’ê tê re derbas bûye axaftin hate kirin. Axaftvanan rola şoreşa Rojava û bicihanîna rihê berxwedaniya gel jî anîn ziman.

 

Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Serhed gelek stranên şoreşgerî û folklorî pêşkêş kir. Koma Şano ya Zarokan jî şanoyek pêşkêş kir, gelek helbest jî hatin xwendin.

 

Şahî bi gerandina govendê û dirûşmên silavkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi dawî bû.