Şengal dayika fermanan-DOSYA

45

 

ARGEŞ ŞENGALÎ/ ŞENGAL

 

 

Şengal bi navek xwe yê din dihate naskirin (warê pêkve jiyanê) ji ber ku ne tenê gelê Êzîdî têde dijiya, belku gelek baweriyên din ên weke wek Xiristiyan, Ereb, Kurdên Misilman jî têde dijiyan. Ji ber wê yekê jî navê Şengalê di nava gelê wê de dihat naskirin bi warê pêkve jiyanê.

 

Şengal yanî (Şeng û Al ) navê xwe ji ala Şeng tê an ku ala xweşik. Şengal rengê xwe jî wek navê xwe ye. Şengal dibe du beş û çiyayê wê dikeve nava her du beşan de û Şengalê bi xwe wek bajar an jî navend dikeve başûrê çiya.

 

Başûrê çiya yê Şengalê jî ji gelek bajarok û komelgehan pêk tê. Bakurê çiya jî wek başûr ji gelek bajarok û komelgehan pêk tê.

 

Beriya sala 1975’an ev gund û bajarokên girêdayî Şengalê hemû jî diketin qûntara Çiyayê Şengalê û gelek ji wan jî diketin nava çiyê jî. Lê ji ber rejîma Baas a Saddam hemû gundên di çiya de anîn deştê û ji wan re komelgeh çêkirin da ku karibin gelê Êzîdî yê li Şengalê de dijî bixin dibin kontrola xwe. Lê belê cardin jî gelekan ev yek red kir û pişta xwe ji çiya bernedan û li cihê xwe man. Gelê Êzîdî jî bi xwe di nava wê ferqê de bû ku dema ew ji çiya werin qutkirin wê her tim rastî ferman û komkujiyan werin û ji ber wê yekê jî derbasî komelgehan bûn, lê cardin ew gundên xwe yên ku di çiya de xera nekirin û jiyana xwe têde berdewam dikirin. Rejîma Baas a Saddam gelek caran ew gund bombebaran kirin, lê cardin gelê Êzîdî ji xwe re ava kirin, gelek kes ji aliyê leşkerên Saddam ve bi sedema xwe ji çiya bernedan hatin qetilkirin. Gelek zext û zor anîn ser gelê Êzîdî heta ku karibin wan ji çiya qut bikin. Gelê Şengalê piraniya xwe dakete deştan de û 5 kîlometre ji çiya dûr xistin û bi dûrahiya 10 kîlometre anîn nêzî Ereban. Bi wê yekê Şengal ji sala 1975’an ve di dorpêça Ereban de bû. Lê rexmî wê dorpêçê jî gelê Şengalê xwe ji her cure êrîşan jî di parast û parastina xwe dikirin.

 

Bi vî rengî jiyana gelê Şengalê di aliyê metirsiya Ereban de heta sala 2007’an dewam kir. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de ji aliyê hindek grubên ku ji aliyê Sûriyê ve bi rêya PDK’ê derbasî Şengalê bûn û xwe bi 4 TIR’ên bombe barkirî di nava navçeya Girizê û komelgeha Sîba Şêx Xidir de teqandin. Di encama wan teqînan de bi hezaran şehîd û birîndar çêbûn û bi sedan mal rûxiyan û heta neha jî gelek kes ji ber wê teqînê birîndar bûbûn ji aliyê balafirên Amerîkî ve hatin veguhestin û hîna jî çarenûsa wan nayê zanîn.

 

Hîna bîrîna gelê Şengalê baş nehatî kewandin û gelek sal bi ser wê komkujiyê re derbas nebibûn, sala reş an ku sala 2014’an bi ser gelê Şengalê de hat. Ji sala 2007’an heta sala 2014’an Şengal di bin desthilatdariya hêzên PDK’ê de bû û qaşo ji aliyê wan ve dihat parastin. Lê ev hêz heya roja me ya îro jî ti erkê xwe li hember gelê Şengalê pêk neanîne û her tim bi êrîşan re rûbirû hiştin. Di sala 2014’an de gelê Şengalê birînên xwe ber bi kewandinê ve biribûn, pişta xwe bi hêza ku ew diparastin anîbûn lê ew hatibûn firotin û haya wan jê nebû.

 

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengal ji aliyê PDK’ê ve radestî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin û gelê Şengalê di nava agir û dûmanê de hişt û reviyan. Fermana ku hatî serê gelê Êzîdî her kes bû şahid û bi çavên serê xwe dît. Lê çawa her kesî dît û her kesî dizanî kî sebeb e jî çavên xwe li gelê Êzîdî girtin. Gelê Êzîdî hawara xwe gihande çiyayan çawa ku gelê Êzîdî dizanî ku kes li wan xwedî dernakeve ji bilî çiyayan. Cardin hawar û gaziyên xwe gihandin çiya. Di demek pir kin de gerîlayên HPG’ê gihan hawara gelê Êzîdî. Hatine wan rê li pêşiya qirkirina gelê Êzîdî girt û nehiştin ku armanca PDK’ê û çeteyên DAIŞ’ê pêk were.

 

Di encama vê fermanê de jî gelek wendahî ji aliyê gel ve hatin dayîn. Bi hezaran jinên ciwan û dayik dîl ketin destê çeteyan. Bi hezaran xurt û îxtiyarên Êzîdî hatin ser jêkirin û bi hezaran ji bo nekevin destên hovan de dawî li jiyana xwe anîn.

 

Hatina şagirtên Birêz Ocalan ji bo gelê Êzîdî pir girîng û pêwîst bû ji ber gelê Êzîdî gelekî bêrêxistin bû. Erê her çiqas li ber xwe rawestiyabûn jî û şerker jî bûn, lê rêxistina wan pir lewaz bû. Her hêza dihat ji dilê wan ê pak û temîz baweriya xwe jî didana wê hêzê, ew sedem jî bû ku gelek zerar giha gelê Êzîdî. Ji ber wê yekê jî hatina şagirtên Ocalan fikir û ramanên Ocalan di nava gelê Êzîdî de da belav kirin û gel êdî xwe li ser vê bingehê ji nû ve bi rêxistin kir. Gel ew fikir ji xwe re esas girt û hêza xwe ya parastinê da avakirin. Sazî û rêxstinên xwe dan avakirin û jiyan xwe ya ku çawa berê komunal didan meşandin hîn bêhtir bi hêz kirin û dan jiyîn.

 

Hêrsa PDK’ê li hember gelê Êzîdî bêhtir bû, ji ber ku naxwazin ku gelê Êzîdî azad bijî. PDK’ê her tim dixwest gelê Êzîdî ji xwe re wek kole bibîne. Lê fikirê Ocalan hişt ku gelê Êzîdî nema wê yekê qebûl bikin. Di 3’yê Adarê de çekdarên PDK’ê bi alikariya çeteyên AKP’ê xwestin êrîşek bidin ser şervanên Êzîdxanê. Lê Şervanên Êzîdxanê ew yek ji wan re qebûl nekirin û gotin ‘Ew dema we em têde di dîtin ev ne ew dem e, hêza me jî heye û em ti hêza din li ser axa xwe ji bilî xwe qebûl nakin’. Ji ber vê yekê jî di navbera şervanên Êzîdxanê de û çeteyan de şer derket û şervanan ew derfet ne danê ku bihostek ji axa Êzîdxan were dagirkirin û di encama wî şerî de 9 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan çete jî hatin kuştin. Her çiqas wan kuştiyên xwe veşartin jî lê derkete holê ku hemû rêkirin nexweşxaneyên dewleta Tirk a dagirker û li wir di hatin dermankirin û yên mirî jî li nava xwe de wenda kirin û weke ku tiştek nebû dan nîşandan.

 

Di nava wan çeteyan de jî leşkerên bi navê Roj hebûn û qaşo ev leşker ên Rojava ne, lê tenê bi nav ên Rojava bûn û di cewherê xwe de hemû jî çeteyên Tirkan bûn. Belkî di nava wan de hinek ciwanên Rojava hebûn, lê di dema êrîşa li ser Xanesorê de hemûyan jî çekên xwe danîn û gotin ‘Em şerê birakujiyê nakin’, ew kesên ku çekên xwe danîn ji aliyê leşkerên taybet ên PDK’ê ve hatin girtin û heya roja me ya îro jî çarenûsa wan ne diyar e.

 

Di 10’ê Mijdarê cardin Şengal radestî Heşdî Şebî kirin û reviyan. Lê reva wan a vê carê ji bo gelê Êzîdî pir normal dihat, ji ber ku ev ne cara yekem bû ku gelê Êzîdî bi êrîşan re rûbirû hiştin.

 

Di vê reva wan ne tenê Şengal hat firotin, lê belê piraniya Kurdistanê hate firotin û bi taybet jî dilê Kurdistanê Kerkûk. Gelek caran Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî digot, ‘Em serê xwe didin lê em Kerkûk nadin’. Lê di şevekê de bê ku yek fîşek were teqandin Kerkûk hate firotin û radestî Heşdî Şebî hate kirin.

 

Heşdî Şebî jî di sala 2015’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye avakirin û ji aliyê wan ve jî tê destekkirin. Her çiqas em bibêjin ku li dijî DAIŞ’ê şer dike, lê şerê vê hêzê hemû jî şerê mezhebî ye.

 

Armanca Heşdî Şebî ew e ku kevana Şîe were avakirin. Çawa armanca DAIŞ’ê bû ku dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê were avakirin, armanca van jî ew e. Lê di roja me ya îro de hîn pêngavek ber bi armanca xwe ve neavêtin beşek ji wan ketiye lîsteya terorê û bi terorîst hatine binavkirin. Ger ev karên wan bi vî rengî dewam bikin wê di demek pir kin de bi temamî bikevin lîsteya terorê.

 

Piştî reva hêzên PDK’ê ji Şengalê, gelê Şengalê tavilê dest bi sazîbûna xwe û xwerêvebirinê kir, parastina xwe jî xwe ava kirin. Sazî û hêzên ku ji aliyê gel ve hatine avakirin ev in: MXDŞ, Saziya perwerdeyê. Tevgera Jinan TAJÊ, meclîsên gundan, her wiha gelê Êzîdî ji bo siberoja xwe partiyek xwe ya siyasî ya bi navê PADÊ jî ava kirine. Jixwe her kes jî dizane ku ti sazîbûn û xwerêvebirin bê parastin nabe. Parastina gelê Êzîdî di vê dema ku niha em têde ne jixwe ava kirine, hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û ji bo parastina hundir Asayîşa Êzîdxan jî hatiye avakirin.

 

(rn)