Serokê Yekgirtû Behadîn bi Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî agahiyên çapemeniya PDK'ê, Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de, li Enqereyê bi Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan û Cîgirê Serokê AKP'ê Mehdî Eker re hevdîtin pêk aniye. Hat ragihandin ku hevdîtina Selaheddîn Behaeddîn û Hakan Fîdan dirêj kiriye.

 

Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn û endamê Polîtburoya Yekgirtû 24'ê Cotmehê bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl derbasî Şirnex bû û li wir bi balafirê çû Enqereyê. Ev serdana Behadîn veşartî çêbû û 4 rojan li Enqere ma.

 

Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn piştî vegeriya li Duhokê serdana xwe eşkere kir û têkildarî serdanê civîna çapemeniyê li dar xist.

 

Li gorî medyaya PDK'ê serdana Behadîn bi tevahî veşartî bû, rayedarên Tirkiyeyê ew baş pêşwazî kirine û ji wan re gotine hûn yekem şandeya Kurdan a piştî referandûmê hatine.

 

Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan di hevdîtina xwe ya roja yekem de, ji ber karekî, lêborîn xwestiye, ji hevdîtinê derketiye û çûye Qesra Komarê, lê roja din careke din li gel Behadîn civiyaye.

Piştî referandûmê Erdogan li dijî Başûrê Kurdistanê gelek bi hêrs bû, referandûm weke xiyanetê bi nav kir û ragihand ku êdî naxwaze bi ti berpirsên Kurdan re bicive, lê Cîgirê Serokê AKP'ê Mehdî Eker bi Behadîn re civiya.

Berî niha dihat gotin ku serdana Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî li ser daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çêbûye, ji bo ku deriyê hevdîtinan veke.

 

Îna bihurî şandeya Herêma Kurdistanê ya din bin Serokatiya Nêçîrvan Barzanî de bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Şirnexê bû û ji wir ji çû Fransa.

 

Pêwendiyên PDK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê timî li gel Tirkiyeyê baş bûn û şanazî bi wan pêwendiyan dikirin, lê piştî referandûmê ev pêwendî xera bibûn.

 

(ab/rn)