Xwendekarên çepgir ên Tehranê çalakiyek girseyî lidar xistin

28

 

ROJNEWS / TEHRAN

 

Di çalakiyê de bi dehan pankart ji aliyê xwendekarên çepgir ve hatin rakirin ku  li ser wan wiha hatibû nivîsîn; “Em bêdeng nabin, xwendina bê beramber daxwaza karkerane, ji Babul heya Abadan zext li ser xwendekaran heye, li zanîngehê bêkarî heye û piştî zanîngehê jî bêkarî heye, zanîngehê ne miriye.”

 

Her wisa dirûşmeyeke wisa jî hate gotin: “Xwendekar û karker hevbigirin, zanîngeh ne navendeke leşkeriye, zanîngeh nemiriye, xwendekar bimre jî heqaretê qebûl nake.”

 

Di beşeke din a çalakiyê de şanoyeke kolanan hate lîstin ku di navê de çend kes rola xwendekar, karker û penaberan di lîstin.

 

Hêjayî gotinêye ku roja 4’ê meha 12 li Îranê weke roja xwendekaran tê zanîn. Hêjmareke zêde ya tevgerên civakî û xwendekarên çepgir di vê rojê de li dijî desthilata Îranê çalakî lidardixin û daxwazên xwe tînin ziman. Rejîma Îranê jî van çalakiyan her timî ji bo xwe weke metirsiyek dibînin.  

 

Roja xwendekaran di 4’ê 12’ê sala 1953’an de ku xwendekarên çepgir li Zanîngeha Tehranê çalakiyek li dijî destwerdana Amerîkayê li karên navxweyî yên Îranê hate lidar xistin. Li ser xwepêşandana xwendekaran hêzên desthilata Îranê êrişa çekdarî birin ser xwendekaran û di encama êrişa dewletê de jî 3 xwendekar şehîd bûn. Ji wê rojê ve ev roj weke roja xwendekarên Îranê tê zanîn.   

 

 

 

 

(rn)