YNK û PDK li ser hêzên Amerîka yên Kerkûkê daxuyaniyên cûda didin

23

 

 

HAWAR STAR/ KERKÛK

 

Parlamenterê PDK’ê yê li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir ku ew hêza Amerîka ya hatî Kerkûkê îro beşek ji wê hêzê vekişiyaye û got; “Li gor agahiyên me, ew hêza ku vekişiya nêzî 40 wesayitên hamir ên leşkerî bûn. Ji baregeha leşkerî ya Keywan çûne.

 

 

Şaxewan Ebdullah wiha jî got; “Hatina hêzên koalisyonê bê lihevkirin bû. Li vê hatinê ti aliyek bi fermî agahdar nekirine. Li Kerkûkê çêkirina odeya operasyona hevbeş ji rastiyê dûre. Ji ber ku heya niha ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî Iraq li ge vê hêzê ne civiya ye.”

 

Li ser heman mijarê parlamenterê YNK’ê yê Kerkûkê  li parlamentoya Iraqê Mihemed Osman jî wiha got; “Piştî belavbûna îdiaya vekişandina hêzên Amerîka ji Kerkûkê, min peywendî li gel nûnerên wan çêkir, dibêjin tiştek wiha nîne.”

 

 

Mihemed Osman got; “Li gor gotinên duh ên berdevkê koalîsyona navnetewî, wê bi şêweyekî hebeş li gel hemû aliyan kar bikin.”

 

Hêjay gotinê ye ku duh berdevkê hêzên koalîsyona şerê dijî DAIŞ’ê çûna hêzên Amerîka ji bo Kerkûkê piştrast kir û diyar kir ku armanca vê hêzî jî ji bo pêşî girtina li rûdana aloziyan li Kerkûkê ye.

 

(rn)