Zilamê êşkence li hevjîna xwe kiribû serbest hate berdan

22

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

 

R.E. meha Kanûna sala 2016’an hevjîna xwe ya bi navê Helawe ya dayika pênc zarokan, bi awayekî hovane êşkence kiribû û 16 parsû û sê hestiyên stûyê wê û qefesa singa wê şikandibû, carek din ji aliyê dadgehê ve heya roja dadgehkirinê serbest hate berdan û malbata Helawe jî ji serbest berdana wê bi fikar in.

 

Xwişka Helawe ya bi navê Amîne têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û hinek agahî di der barê rewşa tendûristiya Helawe de da. Her wisa têkildarî doza Helawe de jî hinek agahiyên nû parve kir.

 

Amîne diyar kir ku rewşa tenduristiya xwişka wê Helawe zehf xerab e û wiha axivî: “Di warê derûnî de jî qet baş nîne. Her bêhêz e, nikare biaxive, kêmek diaxive yekser qirka wê tê girtin, tu dibêjî wê bixeniqe û her timî daxwaza zarokên xwe dike.”

 

Amîne her wisa got ku niha hevjînê Helawe ji aliyê dadgehê ve serbest hatiye berdan û wiha pêde çû: “Niha hevjînê Helawe serbest hatiye berdan. Hevjînê wê dixwaze bi rêyên civakî pirsgirêk were çareserkirin. Em û Helawe jî daxwaz dikin ku ji Helawe cuda bibe, her wisa xaniyek ji bo Helawe û zarokên wê bikire.”

 

Xwişka Helawe Amîne her wisa got ku eger maleke Helawe hebe û li gel zarokên xwe bijî, wê tenduristî û derûniya wê jî ber bi başiyê ve biçe.

 

Amîne têkildarî serbest berdana hevjînê Helawe jî fikarên xwe anî ziman û got ku dibe li derve zerarê bide wan.

 

Di meha sibata îsal de hevjînê Helawe R.E .ji aliyê polîsê Silêmaniyê ve hate binçavkirin. Lê şeva 3’yê kanûnê bêyî agahiya Helawe ji aliyê dadgeha nobedar ve serbest hate berdan.   

 

(rn)