Artêşa Tirk Biradost û Sîdekan topbaran kir

26

 

 

 

SÎDEKAN/ROJNEWS

 

 

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji çavkaniyên herêmê girtine, artêşa Tirk şevê din saet  00.30'an dest bi topbarana herêmê kir.

 

Di topbarana ku heta îro saet 12.00 dom kir de, 23 top li herêmên Kaniya Reş, Şanşa, Çiyabend û Bernêza ketin.

 

Çavkaniyan ragihandin ku di êrîşê de kuştin an jî birîndarbûn nîn e, lê ziyana maddî pêk hatiye.

 

Di nava sala 2017'an de ji aliyê Tirkiye û Îranê ve 25 caran heman herêm hatiye bombebarankirin û topbarankirin.

 

(rn)