Barzanî: Em ji diyalogê re amade ne, lê Bexda ne amade ye

26

 

 

HEWLER / ROJNEWS

 

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê daxuyanî da. Barzanî careke din diyar kir ku ew rêzê ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê re digirin û amade ku di çarçoveya destûrê û yekîtiya axa Iraqê de diyalogê bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser serdana Herêma Kurdistanê ya li Fransa û got; "Di civîna çapemeniyê ya li gel Serokê Fransayê de me îşaret bi yekparçebûna xaka Iraqê kir. Serokê Fransayê got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi ji destê wan were bikin. Me padendiya xwe bi yekîtiya Iraqê û biryara dadgeha federal teqez kir ku hemû pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin."

 

Barzanî diyar kir ku hê serdanên hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên siyasî bi dawî nebûye û got ku diyarkirina dîroka hilbijartinên Herêma Kurdistanê girêdayî civînên wan ên bi aliyê siyasî ne û wê di demek nêzîk were eşkerekirin.

 

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa Xurmatû û got; "Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku karesata mezin a Xurmatûyê bibînin. Neteweyên Yekbûyî karesata mezin a li Xurmatûyê weke tê xwestin nabîne. Em ji UMANI dixwazin der barê binpêkirinên yasayî yên li Xurmatû hatine kirin, dosyayeke taybetî amade bikin. Hinek kes hene ku hewl didin karesata li Xurmatûyê biçûk nîşan didin."

 

Barzanî têkildarî serdana xwe ya bi rêya Tirkiyeyê re jî wiha anî ziman; "Mixabin ji ber ambargoya Iraqê ya li ser Kurdistanê daniye, me nekarî di ser Bexdayê re biçin Fransayê. Spas dikin ku Tirkiyeyê ji bo çûna me bû alîkar. Tişta ku niha Bexda li dijî Herêma Kurdistanê dike, ti têkiliya wê bi referandûmê re tine. Bexda hewl dide statûya Herêma Kurdistanê xera bike. Girtina balafirgehan tenê zerarê digihîne xelkê. Tekane pirsgirêka me ya li gel Bexdayê ne girtina balafirgehan e. Ji birêz Ebadî bipirsin çima bi me re dest bi diyalogê nake."

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew di çarçoveye destûra Iraqê û yekîtiya xaka Iraqê de amade ne diyalogê bi Bexda re bikin û got: "Niha ti diyalog di navbera me û Bexdayê de tine. Me gelek caran banga diyalogê kir. Em ji diyalogê re amade ne, lê Bexda ne amade ye."

 

Nêçîrvanî diyar kir ku bi hêvî ne di demek demeke kurt de têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re asayî bibin û got; "Têkiliyên me bi Îranê re dewam dikin. Em hêvî dikin deriyên girtî werin vekirin ji ber ev di berjewendiya her du aliyan de ye. Girtina deriyên sînor ne di berjewendiyê ti aliyekê de ye."

 

(ab/rn)