Dadgeha Tirk 15 meh ceza li rojnamegera Kurd Altan birî

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Bêrîvan Altan di 11’ê Tebaxê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin û berdan. Ji ber vê hîncetê danişîna ewil a doza Altan hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Di danişînê de Altan û parêzerê xwe amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê hat destpêkirin û îdianame hat xwendin. Di îdianameyê de nûçeyên Altan çêkiriye û parvekirina vîdeoyek muzîkê di medya civakî de delîlê sûc hat nîşandan.

 

Piştî xwendina îdîanemeyê Altan parastina xwe kir û berata xwe xwest. Dozger di rûniştina ewil de mutaala xwe da û ji bo Altan bi îdiya “Propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 5 meh cezayê girtîgehê daxwaz kir. Parêzerê Altan, Selçûk Bînîcî li dijî mutalaa dozger muwekîla xwe parast û diyar kir ku muwekîla wî di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de parvekirinan kiriye û têkildarî vî sûcî biryarên Dadgeha Bilind û DMME’ê yên hene bibîr xist. Bînîcî berata muwekîla xwe daxwaz kir.

 

Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Altan birî.