‘Daxwaza welatiyên Sîdekan rawestandina bombebaranê ye’

24

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM / SORAN

 

Rêveberê bajaroka Sîdekan Îhsan Çelebî têkildarî êrîşên dewlata Tirk û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

 

Çelebî wiha got; "Herêma Biradost ji çandinî û lawirvaniyê herêmeke girîng e. Di salên bihurî de xwedî hebûneke girîng bû. Xelkê jî zêdetir karê ziraetê dikir. Lê ji ber tirsa welatiyan a ji bombebaran û topbaranên dewleta Tirk û Îranê, herêma Biradost du sal e di warê ziraet û lawirvaniyê de paşde maye."

 

 

Çelebî axaftina xwe wiha domand; "Ji ber sedema bombebaran û topbaranên dewleta Tirk û Îranê dewam kirin heya niha 115 gund nehatine avakirin. Di nava du salên bihurî de 26 caran herêma Biradost ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve hatiye bombebarankirin. Ji derveyî şewitandina rez, baxçe û jîngehê ziyana giyanî jî çêbûye. Di bûyera herî dawî de li gundê Bermîze welatiyek şehîd bû."

 

Çelebî diyar kir ku daxwaza sereke ya welatiyên Sîdekan rawestandina bombebaranê ye û got ku wan daxwazên welatiyan gihandine cihê pêwendîdar.

 

Ji sala 1932'an Sîdekan bûye bajarok û girêdayî navçeya Soran a parêzgeha Hewlêr e. Dikeve sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Hejmara niştecihên wê 18 hezar e û zêdeyî 262 gundên wê hene. Ji ber bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyeyê di nava salên bihurî de 53 welatî şehîd bûne.

 

(ab/rn)