Dewleta Tirk û çeteyên wê ji gelek aliyan ve êrîşî Efrînê dikin

24

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çavkaniyeke leşkerî ji YPG’ê ku ji ANHA’yê re axiviye, diyar kir ku artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin. Ev êrîş bêyî bersiv neman, şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên giran bersiv dan êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê, heta niha tu agahiyên der barê ziyanan de neketine dest.

 

Çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve şevê din ji gundê Kelcibrîn ê ku hatiye dagirkirin, 5 topên hawanê avêtin Girê Xwedê yê li Kantona Şehbayê.

 

Çeteyan girên Qestelê, Eyn Deqnê û Baflonê yên navçeya Şera jî topbaran kirin. Şervanên YPG’ê jî bersiv dan cihê ku top jê hatine avêtin.

 

Çeteyên ku li Keleha Semaanê dimînin, gundê Basûfanê dan ber topan. Şervanên YPG’ê dîsa bersiva çeteyan dan.

 

Bi van êrîşan re tevgera balafirên keşfê ku tê texmînkirin girêdayî Artêşa Tirk in, li jora Kantona Efrînê dewam dikin.