Di êrîşên rejîma Îranê de 5 kolber birîndar bûn

22

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava çend rojan de, ji ber êrîşên hêzên rejîma Îranê 5 kolberên Kurd hatin gulebarankirin û birîndar bûn. Hinek kolber jî hatine binçavkirin û dest danîne ser alavên wan.

 

Kolberên Kurd ên bi navê Ewroz Badpa û Simko Çelebî yên ji bajarê Mako yê Parêzgeha Urmiyê, li ser sînor hatin gulebarankirin û di encama gulebaranê de birîndar bûn. Her wiha li bajarê Serdeştê yê Urmiyê jî kolberê Kurd ê bi navê Îbrahîm bi guleyên hêzên rejîmê bi giranî birîndar bû.

 

Li  gundê Keymene yê Hewraman  jî kolber rastî êrîşa hêzên rejîma Îranê hatine, yek ji wan birîndar bû. Hêzên Îranê dest danîn ser barên kolberan û ew binçav kirin.

 

Her wiha hate ragihandin ku kolberê Kurd ê ji bajarê Seqiz, dema li parêzgeha Zencan bû, dema bar dibir ji aliyê hêzên rejîmê ve hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû.

 

(ab/rn)