‘Emê hewl din cardin dosyên rojnamegerên hatine qetilkirin bînin rojevê’

22

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Rêxistina Înaf ku xebat li ser rawestandina êrîşa dijî rojnamegeran dike, Hêmin Mamend axivî û got; “Emê ji vir şûn de cardin ji bo dosya rojnamegerên hatine qetilkirin bixin rojevê de, kar bikin.”

 

 

Hêmin Mamend wiha jî got; “Em ji civaka navnetewî daxwaz dikin ku hewl bidin kujerên rojnamegeran bên dadgehkirin û cezayê pêwîst jê re bê dayîn.”

 

Piştre parêzer Huşyar Şêrkaweyî jî axivî û got; “Di vê salvegerê de me komek parêzerên li Rêxistina Înaf diyar kir ku emê hewl bidin cardin dosyeyên rojnamegerên hatine qetilkirin, bînin rojevê.”

 

 

Li ser rolê dadgehê di dosyayên qetilkirina rojnamegeran de parêzer Mihemed Lawêreyî ji ajansa me re wiha axivî; “Mixabin di dosyeya terorkirina rojnamegeran de dadgehê weke pêwîst bi rola xwe ne rabûye. Ji ber destwerdana hizbî jî nikarin yasa weke tê xwestin pêk bînin.”

 

 

(rn)