Haşimî yê Kurd bû yekemê cîhanê

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şampiyoniya Halter a Cîhanê ku li bajarê Anaheîm a DYA’Yê hate lidarxistin, reqabeta di beşa hilgirtina giraniya 105 kîlograman de dewam kir.

 

Alî Haşimî yê eslê xwe Kurd ji eyaleta Îalamê ye, bi rakirina 183 kîlogiraman medelyona zêr qezenç kir. Her wiha bi rakirina 221 kîlogiraman a di asta rekorê de bû sêyemîn. Haşimî yê ku madalyaya zêr û broz bi dest xist, bi rekorekî bi giraniya bi giştî 404 kêlogiraman hevrikên xwe li pey xwe hişt û bû yekemê cîhanê.