Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek diyar kirin, serlêdana wan a li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nehatiye qebûlkirin.

 

Serdozgeriyê Qanûna Tevdîra Ceza û Ewlehiyê ya Derbarê Înfazê ya bi Nimroya 5275’an hincet nîşan da û serlêdana parêzeran qebûl nekir.

 

Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû cara 710’An ku bi hinceta ‘astengiya hewayê’, ‘koster xirabe ye’, ‘koster tê tamîrkirin’ û ‘Rewşa Awarte’ tê astengkirin.